CÎHAN

WHO:Zirara cixareyê yek e

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara mirovên çixareyê dikişînin kêm dibe û hişyarî da ku çixareyên elektronîk jî zerarê dide tenduristiyê.

Li gorî rapora WHO, li cîhanê ku nifûsa mirovan zêdeyî 7,6 milylar e, hejmara mirovên çixareyê dikişînin li gorî sala 2016’an zêdeyî 1,1 milyar bû. Ev hejmar û hejmara sala 2000’î weke hev in.

Xizan hîn bêtir dikişînin

Di raporê de hate ragihandin ku di salekê de hejmara mirovên ku ji ber çixareyê mirine 7 milyon e. Tenê 3 milyon kes ji ber nexweşiyên dil ku çixare rê li ber vedike, mirine. Di heman raporê de hate destnîşankirin ku rêjeya kişandina çixareyê li welatên xizan bilind e. Li welatên ku asta hatineyê zêde ye, rêjeya kişandina çixareyê jî kêm e. Li gorî raporê, Danîmarka, Norweç, Swêd û Îzlanda wê sala 2015’an dakevin asta rêjeya 14 ji sedî ya kişandina çixareyê.

Divê zirarên wê werin vegotin

Di raporê de işaret bi girîngiya hişyarkirina kişandina çixareyê hate kirin û hate destnîşankirin ku sala 2010’an li Çînê rêjeya mirovên ku ji ber kişandina çixareyê mirine, ji sedî 40 e. WHO’yê diyar kir ku li ser zirarên çixareyê civak bê agahdarkirin û ji bo vê jî lazim e kişandina çixareyê li cihên cemaweriyê bê qedexekirin. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê