ÇAND Û HUNER

Wezaretê piştgiriya bo Ûçan Supurgeyê paş ve kişand!

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Wezareta Çandê bi hinceta ku ‘guncav nîne’ piştgiriya xwe ya ku ev 20 sal bû dida Festîvala Navneteweyî ya Uçan Supurgeyê, red kir. Festîvala Navneteweyî ya Uçan Supurge ku keda jinan a di sînemayê de diparêze, malavaniya ji sînemagerên jin ên ku di qada navneteweyî de xwedî gotinan dike û alîkariyê dide sînamegerên ciwan, her sal jî ji hêla jûriyên FIPRESCI yên navneteweyî ve tê xelatkirin.

Di nivîsa bi îmzeya Wekîlê Midûrê Giştî yê Wezareta Çandê Erkîn Yilmaz de biryar wiha hat ragihandin: “Daxwaza piştgiriyê ya ji bo çalakiya we ya ‘Festîvala 21’emîn a Ûçan Supurge ya Jinan a Navneteweyî’, di civîna Komîsyona Piştgiriya bi Sînemayê re bûye rojev û li gorî biryara bi hejmara 2018/3 ya komîsyonê re jî guncav nehatiye dîtin.”

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Jinan a Ûçan Supurge îsal cara 21’emîn di navbera 10 û 17’ê gulanê hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de 24 fîlmên navneteweyî, 6 fîlmên neteweyî, 12 kurtefîlm, 16 belgefîlm û bi giştî 62 fîlm hatin pêşandan.

Her wiha mîhrîcana jinan li 8 navendên cuda hat lidarxistin û di çarçoveya mîhrîcanê de 17 bername pêk hatin. Îsal serokwezîra Zelandaya Nû Helen Clark bû mêvanê mîhrîcanê. Di mîhrîcana îsal de xelata rûmetê dan hunermend Nedret Guvenç ku di kişandina 300 fîlman de cih girtiye. ENQERE

Albuma Nûçeyê