NÛÇE

Wesayîta çeteyan bi temamî hat rûxandin

Dem : 16 Kewçer 2018 Sêşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan duh li Şêrawayê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê çalakiya sabotajê pêk anîne. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn

Çalakiyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li dijî hêzên dagirker ên li Efrînê berdewam in. Rojane şervanên YPG/YPJ’ê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên cur bi cur pêk tîne û derbên giran lê dide. Herî dawî jî şervanan di 15’ê cotmehê de li dijî hêzên dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn. Der barê mijarê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de hêzên wan li gundê Xezawiyê yê Şêrawa ya Efrînê li dijî koma çete ya bi navê Ehrar El Şerqiye çalakiyek pêk anîne.

Navên çeteyan jî aşkera kirin

YPG’ê da zanîn ku di 15’ê cotmehê de yekîneyeke wan li gundê Xezawiyeyê li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya Ehrar El Şerqiyeyê çalakiya sabotajê pêk anîne û ev agahî dan: “Di encama çalakiyê de wesayîta çeteyan bi temamî hatiye rûxandin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Navê çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; ‘Samir El Faris (Heleb), Ata Xalid El Qasim (Idlib), Welîd Adil El Cedu (Hums) û Yehya El Helebî (Heleb).”

Bi zêdebûna çalakiyan re çete direvin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên YPG û YPJ’ê ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha di çarçoveya Berxwedana Serdemê de çalakiyên bibandor pêk tîne. Bi zêdebûna çalakiyên şervanan jî gelek çete tevî malbatên xwe ji Efrînê reviyan. EFRÎN

Albuma Nûçeyê