FOTOGRAF

Wêneyên Maltête hem dikenîne û hem jî difikirîne

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Wênekêşê fransî René Maltête di 8’ê gulana 1930’î de li Lamballeyê ji dayik bû.  Ev bajar piştî Şoreşa Fransê yekem eyaleta fransî ye. Şêniyê vê kantonê bi zimanê bretonî diaxivin. Herêm di esasê xwe de ji ber ku bi Brîtanyayê re jî hemsînor e û ji kapîtala Fransayê ango Parîsê dûr e, bandora Brîtanyayê jî ne bi tenê li ser ziman, li ser dab û nêrîtên wan jî kiriye.

Sala ku Maltête çavê xwe li dinyayê vedike li parzemîna pîr Ewropayê qeyraneke aborî heye ku gotin di cih de be, ji birçînan ‘dê weledê xwe diavêje’.  Maltête di şert û mercên gelek dijwar de xwe digihîne. Ew di 16 saliya xwe de êdî biryara xwe ya ku dê bibe çi jî dibersivîne û dest bi wênekêşiyê dike. Daxwaza wî ew e ku bibe sînemager lê wekî ku me got, şert ewqasî baş nîn in. Kameraya wî ya destpêkê Pontiac 6 × 9 e. Maltête radihêje kameraya xwe û berê xwe dide dilê hunera fransî; Parîsê. Li wir gava yekem a sînemageriyê bi alîkariya derhêneriyê diavêje.

Xewn û xeyala wî ew e ku rojekê fîlmê xwe çêbike. Lê kamerayeke wî ya wisa baş tune ye. Di sala 1954’an de ji xwe re fotokêşa bi markeya Semflex 6 × 6 dikite û êdî meyla xwe dide ser wênekêşiyê.

 

Jiyana rojane bi qerfî nîşan da.

Di sala 1960’î de albuma xwe ya yekem a wêneyan bi navê ‘Paris des rues et des chansons’ (Parîs a di kolan û stranan de) amade dike lê belê weşanger pirtûkê çap nakin. Maltête ku dost û hevalê nivîskar û helbestvanên hêja yên wekî Jacques Prévert, Boris Vian, Georges Brassens, Charles Trenet û Pierre Mac Orlan bû bi alîkariya metnên ku wan nivîsandî pirtûk piştre 3 çapan li ser hev dike û di heman salê de 35.000 kopya tê firotin.

 Îstasyon

Mijarên wêneyên Maltête, di esasê xwe de jiyana rojane û mirov in. Lê wî tim vîzora makîneya xwe dida ser kêliyên qerfî yên jiyanê.  Wêneyên wî di gelek kovarên bi prestîj ên cîhanê de jî hatin weşandin û gelek hatin ecibandin. Maltête di 8’ê mijdara 2000’an de koça dawîn kir lê li dû xwe bi sedan wêneyên ku îro jî dema mirov lê dinêre bişîrînek li keviyên lêvên mirov çêdike, hiştine. (Serwîsa Nûçeyên Çandê)

 

 Mar

 Rev

Matematîk

 

Albuma Nûçeyê