POLÎTÎKA

Wêneyên îşkenceyê derket holê

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Li navçeya Bagcilara Stenbolê di şeva 16’ê gulanê de, 4 kesên di wesayîtê de, di kontrola polîsan de bi hinceta li gel wan çifte hebûye hatin binçavkirin. Polîsan 4 kesên ku biribûn Navenda Polîsan a 100. Yıl a Kemalpaşayê, îşkence lê kiribûn.  Wêneyên 4 kesên rastî îşkenceyê hatin derketin holê. Ji wêneyên ketin dosyeya lêpirsînê jî xuya dibe ku 4 kes bi awayekê tund hatine îşkencekirin û bi kalorîferan ve hatine kelepçekirin.

Têkildarî îşkenceyê Serkan Sezer ê rastî îşkenceyê hat, diyar kir ku di dema lêgerîna de, piştî polîsan çifteya bavê wî di wesayîtê de dîtin heqaret li wan kirine û wiha got: “Me bertek nîşan da û piştî vê em birin qereqolê. Li qereqolê di odeyeke bê kamera de komek polîs hatin û îşkence li me kirin. Dûre em birin qereqolek din. Rojek şûnde em berdan. Berî me berdin, em birin nexweşxanê. Li gel ku li ser rûyên me şopên lêdanê hebûn jî, bijîşkan rapora îşkenceyê nedan. Piştî em hatin berdan ez çûm dozger û min derbarê polîsan de serlêdana sûc kir.” STENBOL

Albuma Nûçeyê