NÛÇE

Wêneyekî nû yê Mazlûm Dogan

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Wêneyekî yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan ê ku di serdema xwendekariyê de hatiye girtin derket holê. Ev wêne cara yekemîn e tê weşandin

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED

Yek ji pêşengê Tevgera Azadiya Gelê Kurd Mazlûm Dogan di sala 1955’an de li navçeya Depê ya Xarpêtê tê dinê. Dogan, piştî ku li Eskîşehîr û Balikesîrê faqulteya pewerdeyê diqedîne di sala 1975’an de derbasî Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dibe. Di wan salan de jî koma Apogeran nas dike. Dogan di 27’ê Mijdara 1978’an di 1’emîn Kongreya Partiya Karkerê Kurdistanê de ya li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê pêk tê wekî Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê tê bijartin.

Dogan di 1’ê cotmeya 1979’an de dema ku ji Rihayê diçe Wêranşahrê tê dîlgirtin.  Ew dibin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê. Lê Dogan teslîmiyetê red dike û li ber xwe dide. Dogan şeva di 21’ê Adara 1982’yan de li dijî zilma li Zindana Amedê û ji bo ronîkirina rêya tevgera azadiyê û gelê kurd xwe dike meşaleyek ji agir. Dogan bi vê çalakiya xwe dibe Kawayê Hemdem.

Ji ber şert û mercên demê û nebûna teknîkê dîmen û wêneyên Mazlûm Dogan jî wekî bi dehan şehîdên azadiyê tune ye, yan jî pir kêm in. Piştî salên dirêj wêneyekî Mazlûm Dogan derket holê. Di wêne de Dogan û hevalên xwe yên xwendekar xuya dikin.  Me jî xwes vî wêneyî di rojnameya xwe de parve bikin.

Albuma Nûçeyê