NÛÇE

Welatiyên kakeyî: Pêşeroja me ne diyar e

Dem : 09 Tebax 2018 Pêncşem

Ji ber xemsariya hikûmeta navendî û ya herêmî, kakeyiyên li başûrê Kurdistanê bi metirsiya jiyanê dijîn. Kakeyî dibêjin ku ji ber êrîşên li ser herêman heta niha 11 gund hatine valakirin û dan zanîn ku demografyaya herêmên wan tên guhertin. Kakeyiyan da zanîn ku pêşeroja wan ne diyar e

Welatiyên Kakeyî yek ji kevintirîn pêkhateyên ji başûrê Kurdistanê ne. Mîna êzidiyan, civata kakeyî jî her tim rastî komkujiyan tên û hemû desthilatdarên li herêmê serdest bûne jî zextên mezin li ser meşandine. Welatiyên kakeyî yên ku herî dawî di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên de li ser Şengal, Xurmatû û Kerkûkê de rastî gefa komkujiyeke mezin hatibûn.

Têkildarî rewşa dawî welatiyên kakeyî bi ROJNEWS’e re axivîn. Kakeyî dibêjin ku metirsiya jiyanê ya li ser wan hîn berdewam e. Der barê mijarê de yek ji welatiyên kakeyî Receb Kakeyî dibêje ku li Herêma Kurdistan û Iraqê pêkhateya Kakeyî bi qasî ku pêwîst e tev li pêvajo û saziyên biryardayînê nayên kirin. Kakeyî anî ziman ku tu wezîrek, parlamenterek û an jî rêveberekî giştî yê kakeyî nîne.

11 gund hatin valakirin

Di berdewamê de jî Receb Kakeyî wiha got: “Ji ber xerabiya rewşa herêmên kakeyiyan, di dema borî de li sînorê Daqûqê 11 gundên kakeyiyan hatin valakirin. Pêşeroja sînorên herêma me jî nediyar e. Gefa guhertina demografyayê li ser herêmên me heye. Sedema vê jî ew e ku hikûmeta Iraqê nikare di hêla ewlehiyê de herêmê biparêze.”

Li dijî kakeyiyan êrîş berdewam in

Ciwanê bi navê Elî Kakeyî jî balkişand ser gef û êrîşên rojane yên li ser sînorê Kerkûkê yên li dijî kakeyiyan û wiha derbirî: “Beriya 16’ê cotmehê rewşa kakeyiyan baş bû. Belê piştî vê êrîş û metirsiyên li ser kakeyiyan zêde bûn. Ji ber vê jî li sînorê Daqûq û Kerkûkê çend gundên Kakeyiyan hatin valakirin. Ne hikûmeta navendî ne jî ya herêmê ji bo parastina herêmên me hewldanên wan tune ne û tu girîngiyê nadin.” HEWLÊR

 

Albuma Nûçeyê