CÎHAN

Volkana Fuego teqiya: 69 kes mirin

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Bîlançoya teqîna Volkana Fuego her ku diçe girantir dibe. Li gorî agahiyan hejmara welatiyên ku di encama teqîna volkanê de jiyana xwe ji dest dane gîihîşt 69’an.

Volkana Fuego (Agir) 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê paytexta Gûatemalayê dikeve. Volkana ku 3763 metre bilind e, roja yekşemê teqiya. Ji ber teqîna volkanê, 4.500 kesên ji gundên li quntara çiyê ji herêmê hatin dûrxistin. Lav û xweliya piştî teqînê ku ji devê volkanê fûriyan, li qadeke berfireh belav bûn.

Gelek kes winda ne

Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku di encama teqîna volkanê de heta niha 69 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ji van welatiyan jî tenê nasnameyên 17’an zelal bûne. Li gorî agahiyan, dibe ku bîlançoya teqînê hîn girantir bibe. Ajansên fermî yên Gûatemalayê destnîşan kirin ku heta niha gelek welatî jî winda ne.

2 volkanên din ên aktîf hene

Hêjayî gotinê ye ku Volkana Fuego di çileya 2018'an de jî teqiyabû. Berê jî, di îlona 2012'an de teqiyabû û 10 hezar kesên li aliyê başûr ê çiyê ji gundan hatibûn derxistin. Li Gûatemalayê du volkanên din jî yên aktîf hene. Yek ji van Santiaguito yê li aliyê rojava ye, yê din jî Paca ye ku bi 20 kîlometreyan li başûrê paytext e. GÛATEMALA

Albuma Nûçeyê