POLÎTÎKA

Vekirina buroyan veguherîn mîtîngê

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP ji bajarên Kurdistanê heta bajarên Tirkiyeyê bê navber xebatan dide meşandin û buroyan vedike. Her wiha vekirina buroyan ji ber tevlêbûna gelek welatiyan û coşa wan vediguherin mîtîngê

Ji mehekê kêmtir maye ji hilbijartinê re û HDP lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê. Di çarçoveya van xebatan de namzedên HDP’ê li gelek bajaran tevli vekirina buroyan bûn. Vekirina van buroyan jî veguherîn mîtîngan.

Li Rihayê dema vekirina buroyê rêveber û namzedên HDP’ê yên bajar hazir bûn. Jin bi kincên xwe yên rengîn tevlêbûn. Namzeta HDP’ê Ayşe Surucu li vir axivî û wiha got: “Em ji bo zimanê xwe li ber xwe didin. Em ê heta dawiyê li pey vî zimanî bin. Daxwaza me ya sereke aştiyeke birûmet e û em ê ji bo vê têbikoşin.”

Li navçeya Yenîşehîr û Peyasa Amedê buroya hilbijartinê hatin vekirin û gel eleqeyeke mezin nîşan da. Namzedê HPD’ê Selçûk Mizrakli di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Em ê di 24’ê hezîranê de mohrê wisan bi hêrs lêbixin ku dengê wê ji Enqere heya Edîrneyê olan bide.”

Li Mereş û Meletiyê jî namzedan daketina nav gel û derbarê ewlehiya sindoqan de gel agahdar kirin.

Her wiha rêveber û namzetên HDP’ê li Mersînê, Edene, Antalya û Hatayê jî tev li vekirina buroyan bûn.

Ji aliyê din ve hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Erdexanê xîtabî gel kir û wiha axivî: “AKP dibêje ‘Hedefa me 2023 ye.”Lê dê emrê AKP’ê di 24’ê hezîranê de bi dawî bibe û hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî li Amedê çû serdana Meclisa Dayikên Aştiyê û li vir li ser hilbijartin û têkoşîna aştiyê axivî. Temellî got ku dê têkçûna AKP-MHP’ê aştiyê hêsan bike û bang kir ku her kes li HDP’ê û sindoqan xwedî derkeve. AMED

Albuma Nûçeyê