CÎHAN

Vebijarkên li ber me - Ramazan Olcen nivîsand

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Ramazan Olçen 

 Di serî de gelê kurd, gelên li Rojhilata Navîn di nav pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Herçî ev ax û   erdnîgarî ye ji destpêka dîrokê ve her tim rewşeke awarte jiyaye. Tu demeke asayî û stabîl li vê xakê   nebûye para şêniyên wê.

 Îro roj jî gelên li vê herêma qedîm li dûryaneke dîrokî ne. Vebijarkên li ber van jî zêde hêviyê nadin. Heta   çarenûsa xwe ew bi xwe negirin destê xwe jî gotin di cih de be ew ê hal ev hal be. Ji ber ku li welat û   dewletekê bihêzbûn û qelsbûn, pêşketin û rizîna milletekî bi tenê bi şarezabûn û nezaniya rêveberan   nikare were îzahkirin. Rêveber û rayedar çiqas xerab yan jî baş dibin bila bibin, çiqas leheng yan jî zalim   dibin bila bibin, di esasê xwe de ew parçeyekî ji wî milletî ne. Ji derve nehatine. Rêveber di esasê xwe de   wekî awêneya civaka xwe ne.

Helbet li vê derê miradê min ne ew e ku ez bi jargona deternimîzma klasîk dahûrandineke sosyolojîk bikim. Mexseda min jî ji xwe ne ev e. Lê rastî jî wekî rojê li holê ye. Kurt û kurmancî milletekî çawa be, rêveberên wî jî wisan in.

Ji xwe dîrok jî nîşanî me dide ku tu hêzeke ji derve nekariye serweriyê li ser milletekî bike. Çi împarator, siltan û şah hatibin jî bi qasî berfê li ber rojê nekarîne bimînin; heliyane û çûne. Lê helbet her yek ji wan hinek din bi exlaqa gelan lîstiye. Dîsa jî gel û civak jî wekî xwezayê ji guherîn û veguherînê re vekirine. Ew dikarin vê taliha xwe ya reş biguherînin.

Ji ber vê hêz û şiyana milletan, mirov dikare ji bo pêşerojê hêviyan mezin bike. Li aliyê din dema mirov peresîna mirovahiyê li ber çavan digire, wê demê jî mirov xwe bi xwe dibêje; Eman ha! Hema bi carekê nerm nebe û bi tedbîr be. Mirovahiya ku îro li gerestêrkên din daye dû şopa jiyaneke nû, sed mixabin li vê gerestêrka ku ev zêdetirî 13 milyar sal e ji jiyanê re malovaniyê dike; pûş xistiye eyara jiyana li vir.

Hema em li rêveberiya çend welatên cîhanê ku Tirkiye jî di nav de ye bînin ber çavê xwe dê ev rewş baştir kifş bibe. Li wî seriyê dinyayê yekî bi navê Trump, li vî seriyê dinyayê wekî bi navê Pûtîn, li naverastê yekî wekî Tayyîp Erdogan. Hema mirov li van her sê mînakan binihêre hewce nake ku mirov mînakan jî zêde bike. Ev împarator, siltan û çarên vî zemanî di heman demê de em qebûl bikin nekin wekî awêneya civaka ku ji navê derketine ye.

Helbet di hatina wan a ser hikum de rista zor û devê tifinga bi mor gelekî mezin e. Lê ev nayê wê wateyê ku em ji neyar re bibêjin tu çima neyar î! Lazim e, em berê tîr û rexneyên xwe bidin xwe û ji xwe bipirsîn. Ma rêveberiya ku em layiqê wê ne rêveberiya van key û siltanan e yan rêyeke din heye. Bersiva rast a vê pirsê dê ji bo pêşerojê jî yan hêviyan mezin bike yan jî dê pêşerojê ji îro jî tarîtir bike.

Madem em rêveberiyeke ronî, demokratîk, adil dixwazin; madem em jiyaneke azad dixwazin û di vê oxirê de bedelên giran didin; wê demê lazim e em bi hêza xwe ya mezin jî bawer bin û wekî perwaneya li dora agir berê xwe ji taristanan bizivirinîn û bi ronahiyê re bibin yek. Em gel in û em dikarin biguherînin.

Albuma Nûçeyê