CÎHAN

‘Tunebûna azadiya çapemeniyê dîktatorî ye’

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Li kovara Le Poînt a ku Serokkomarê Tirkiyeyê bi sernavê’Dîktator’ li ser bergê xistibû, gef hatin xwarin û ew tacîz kirin. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku, ev gef û êrîş nayên qebûlkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li ser twîtterê piştgirîyê da kovara Le Poînt a ku gef lê tê xwarin.

Macron got ku, “Nayê qebûlkirin ku afîşên Le Poîntê bi hinceta ku li xweşiya hinek kesan neçûye jirojnamefiroşan were rakirin. Azadiya çapemeniyê gelekî bi qîmet e. Heke ew nebe, rewş dîktatorî ye.”Kovara heftane Le Poînt piştî ku dosyeyeke dirêj li ser Erdogan weşand, diyar kir ku gef li wan tê xwarin û ew tên tacîzkirin.

Le Poîntê got ku, “Ev hefteyek e ji ber êrîş, tacîz û heqaretên li ser medyaya civakî, sempatîzanên AKP dest bi êrîşkirina sembolên çapemeniyê û azadiya îfadekirinê kirin.” PARÎS

Albuma Nûçeyê