JIN

Tundiya li dijî jinê di meha gulanê dijwartir bû

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) bi daxuyaniyekê bîlançoya meha gulanê aşkera kir. platformê da zanîn ku tenê di meha gulanê de herî kêm 37 jin hatine qetilkirin.

KCDP’ê di raporê de destnîşan kir ku di meha gulanê de herî kêm 37 jin hatine qetilkirin û 23 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Platformê diyar kir ku di çarçoveya Peymana Stenbolê de divê dewlet têkildarî bûyerên sûc tesbîtên xwe bike û li gorî wê jî rêbazên li dijî tundiyê destnîşan bike. Di berdewamê de jî platformê da zanîn ku dewletê peywira xwe bicihnayîne û wiha dom kir: “Em li gorî agahiyên li ser çapemeniyê tespîtên xwe dikin û raporên xwe amade dikin. Lê divê bê zanîn ku hejmara zarokên rastî îstismara zayendî tên, jinên rastî tundiyê tên û hejmara jinên ku tên qetilkirin hîn zêdetir e.”

‘Soylu demogojiyê dike’

Platformê di berdewamê de jî gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku dibêje ‘mirinên jinan ên girêdayî tundiyê ji sedî 39 kêm bûye’ bibîr xist û ev nirxandine kir: “Berovajî vê, komkujiyên li ser jinan zêdetir bûye. Rojane jin tên qetilkirin û ji bo pêşîlêgirtina vê jî tu tedbîr nayên standin. Di nûçeyên tên parvekirin de jî diyar dibe ku şîdet, kuştin û îstîsmara zayendî zêdetir dibe. Di heman demê de mirinên bi guman û kuştinên kiryar nediyar her ku diçe zêdetir dibin. Heta ku ev kujer neyên dîtin û cezakirin, tundiya li ser jin û zarokan kêm nabe.”

Ji sedî 62 ji hêla mêrên wan ve hatine qetilkirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bîlançoya tundiya li dijî jin û zarokan û qetilkirina  wan a gulanê, ji ya meha nîsanê girantir e. Di vê mehê de 13 jinan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan û kuştina 12 jinan jî nehat tespîtkirin. Ji 37 jinên ku hatine kuştin sedî 35 jê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 38’an jî kujerên wan nehatine tesbîtkirin. Ji jinên hatin qetilkirin sedî 62 jî ji hêla mêrên wan ve hatine qetilkirin.” AMED

Albuma Nûçeyê