CÎHAN

Tu welat keştiya penaberan qebûl nake

Dem : 27 Pûşper 2018 Çarşem

Ji ber şer û pevçûnên îktîdar û kapitalizmê li gelek deverên dinyayê gel koçber dibin û jiyana wan dikeve nav xetereyên mezin. Keştiya ku  ji 230 koçberan pêk tê di nav deryayê de maye û li benda alîkariyê ye. Lê dinya li  hemberî vê qrîza mirovî bêdeng e  

Nîqaşên welatên Ewropayê yên li ser penaberan berdewam in. Keştiyeke ku ji 230 penaberan pêk tê li ser behra spî li benda alikariyê ye. Welatên Ewropayê ku ziravên wan ji penabaran diqete li hember vê krîza mirovî bêdeng in.

Li deryaya navneteweyî ya di navbera Lîbya û Îtalyayê de, saziyeke alîkariyê ya Alman hefteya bihurî zêdeyî 230 koçber rizgar kiribûn û ew xistibûn keştiya bi navê Lifelineyê. Lê belê ev keştî bi rojan e ku li ser deryayê ye û tu welat li wan xwedî dernakeve.

Keştî bi rojan e ku li perava bi 55 kîlometreyî dûrî endamê Yekîtiya Ewropa (YE) Maltayê ye. Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê rastgir Matteo Salvini duh dema ji Lîbyayê vegeriya daxuyaniyek da û saziyên alîkariya însanî sûcdar kirin. Salvînî da xuyakirin ku saziyên alîkariyê yên ku dixwazin li Derya Spî koçberan rizgar bikin, ‘bi zanebûn an jî bi nezanî’ dibin ‘hevkarê sûc’ ê qaçaxçiyên mirovan. Salvînî got, “Difikirin bên Îtalyayê? Vê yekê ji bîr bikin.” Salvînî drama koçberên di keştiyê de asê man e ji nedîtî ve hate û got, “Ez ê dawî li qaçaxçitiya mirovan û karê mafyayî bînim.”

Salên dawîn, beşeke mezin a bi sed hezaran koçeberan piştî ku xwe digihînin Îtalyayê, derbasî welatên Ewropayê yên li rojava û bakur dibin. Hikûmeta nû ya dijberê Yekîtiya Ewropayê îdia dike ku di mijara koçberiyê de ew bi tenê tên hiştin û ragihand ku wê êdî penaberan li welatê xwe qebûl nekin. Beriya niha bi du hefteyan, zêdeyî 600 koçberên ku li Deryaya Spî hatibûn rizgarkirin, li keştiya bi navê Aquarius hatibûn bicihkirin, lê belê vê keştiyê bi rojan e li welatekî ku koçberan qebûl bike, geriyabû. Di dawiyê de jî Spanyayê qebûl kiribû. ROMA

Albuma Nûçeyê