NÛÇE

Tu agahî ji Taşdemîr nayên girtin!

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Dewleta Norwecê di 4’ê tîrmehê de aktîvîsta kurd Gulîzar Taşdemîr tevî ku xeteraya wê ya jiyanê heye jî radestî dewleta tirk kir. Ji wê rojê ve têkildarî Taşdemîr tu agahî nayên bidestxistin. Malbata Taşdemîr ku serî li emniyetê dan jî rastî gefan hatin

Aktîvîsta kurd Gulîzar Taşdemîr di roja 4'ê tîrmehê de ji aliyê Norwêcê ve radestî dewleta tirk hat kirin û ji roja radestkirinê heta niha jî tu agahî ji Taşdemîr nayên girtin.

Taşdemîr di sala 2015'an de ji bo mafê penaberiyê serî li rayedarên Norwêcê da lê belê bi hinceta ‘Tu penabera siyasî nînî û tu vegerî Tirkiyeyê jî ji bo te xetere nîne’serlêdana wê nehate qebûlkirin. Taşdemîr ji ber vê bersiva Norwêcê, serî li dewleta Almanyayê da lê belê di 2'yê tîrmehê de bi lez û bez radestî Norwêcê hate kirin. Norwêcê jî Taşdemîr di roja 4'ê tîrmehê de bi rengekî kelepçekirî radestî dewleta tirk kir.

Dibe ku li TEM a Stenbolê be

Li gorî agahiyan, ji roja 4'ê tîrmehê heta niha têkildarî Gulîzar Taşdemîr de tu agahî nayên bidestxistin. Tê texmînkirin ku Taşdemîr li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê (TEM) girtî ye. Taşdemîr ku nexweşiyên giran pê re hene, nayê zanîn bê muameleyeke çawa lê tê kirin. Malbat û parêzerên wê ji bo agahiyê jê bigirin hewl didin lê heta niha tu agahiyek bidest nexistine.

Gef li malbatê xwar in

Herî dawî jî bavê Taşdemîr, Mûstafa Taşdemîr tevî parêzeran serî li emniyetê dan. Lê hêzên emniyetê gef li bavê wê xwar û tu agahî nedan. Li gorî agahiyan, rayedarên midûriyeta emniyetê ya Stenbolê gef li malbatê xwarine û ji wan re gotine, ‘Hûn nikarin keça xwe li vir bibînin. Kengî kete girtîgehê, hûn ê wê çaxê li girtîgehê wê bibînin.’ Malbata Taşdemîr ji jiyana keça xwe ya nexweş bi fikar e. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê