CÎHAN

Trûmp: Ez mohra xwe li binî naxim

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, aşkera kir ku ew mohra xwe li binê encamnameya civîna bilind a G-7’an naxe.Trûmp, bersiv da Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû ku polîtîkayên DYA’yê yên baca gumrikan rexne dike.

Trûmp li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniya Trûdeaû rexne kir û got; “Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû, piştî ku ez ji wê derê veqetiyam daxuyaniyeke çapemeniyê daye û gotiye ‘Bacên DYA’yê mîna heqaretê ne’. Heta ev daxuyanî nehatibû dayîn di civîna me ya G7’an de gelek kubar û nazik tevgeriya. Ev nêzikatiyeke gelek durû û qels e.” Serokê DYA’yê wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ji ber daxuyaniya şaş a Jûstîn û ji ber bacên giran ên ku Kanada li ser cotkar, karker û şîrketên DYA’yê datîne, min ferman da nûnerên DYA’yê ku encamnameya G7’an pesend nekin û ez jî mohra xwe li binî naxim.” WASHINGTON

Albuma Nûçeyê