CÎHAN

Trajediya zarokên karker ên cihanê...

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Li tevahiya cîhanê 12’yê hezîranê weke Roja Têkoşîna li Hemberî Karkeriya Zarokan, tê pêşwazîkirin. Li kîjan welatî dibe bila bibe ferq nake bêmafiya mirovan kêm nabe , nemaze dema ku zarok an jî karkeriya zarokan derdikeve ev bêmafî di asta herî jor de tê dîtin. Ji ber karkirina zêde ya zarokan, zarok an dimirin an jî bi nexweşiyên giran dikevin

Li tevahiya cîhanê 12’yê Hezîranê weke Roja Têkoşîna li Hemberî Karkeriya Zarokan, tê pêşwazikirin. Lê belê li Îranê rewşa zarokan trajediyeke mezin radixe ber çavan.

Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan, her sal roja 12’ê Hezîranê tê pêşwazikirin. Bi vê boneyê ji bo ku di vê mijarê de hestewariyek bê çêkirin rapor tên amadekirin û pêşkêşi UNICEF’ê tên kirin. Di raporan de hat diyarkirin ku li tevahiya cîhanê 250 mîlyon zarokên ku di navbera salên 5-7 salî de bi karên aboriyê ve mijûl dibin. Ji van 152 mîlyon mexdûrê karkeriya zarokan in. 72 mîlyon jî di karên xeter de dixebitin.

Ji sedî 45’ê wan nexweş dikevin

Li gorî lêkolîneke ku li Îranê hatiye çêkirin, ji sedî 45’ên zarokan an dixebitin an jî di kolanan de dijîn, bi nexweşiya AÎDS û nexweşiyên din ketine. Her wiha ev zarok bi pirsgirêkên mîna xwedîkirina xirab, kîlo dayîn û nexweşiyên çerm re rû bi rû ne.

Ji van zarokan gelekî wan rojê herî kêm 6 saet dixebitin û tenê carekê jî nikarin daneke xwarina guncav bixwin. Lewre bi pirsgirêkên cidî ên tendirûstiyê re rû bi rû dimînin.

Hejmareke zêde ya zarokan, barên giran hildigirin, ji bo wê jî bi nexweşiya piştê dikevin. Ji bo ku derfetên wan ên nojdariyê nîn in, pirsgirêkên dîtir jî derdikevin holê.

Gerînendeyê Giştî Yê Rêxistina Xizmetên Civakî Ya Şaredariya Tehranê Reza Hadimî, di 5’ê kanûna 2017’an de daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a ÎSNA’yê û di vê daxuyaniyê de raber kir ku zêdetirî ji sedî 90’ê zarokên Îranê rastî êrîşên destdirêjiyê tên.

Serokê Navenda Lêkolînên Li Ser AÎDS’ê Dr. Mînû Mûhraz jî got ku li gorî zarokên li mala xwe, di nav zarokên ku li kolanan dijîn de, metirsî ji sedî 45 zêdetir e ku bi vîrusa HÎV’ê bikevin.

Tên revandin û firotin

Di nûçeyeke bi dîroka 2’yê tîrmeha 2017’an a rojnameya fermî Hamşehrî, Namzeta Şaredariya Tehranê Fatemeh Daneşwar, bal dikişîne ser metirsiyên ku gef li jiyana van zarokan dixwin. Daneşwar dianî ziman ku; “Zarok winda dibin û ezayên bedena wan tên firotin. Gelek bûyerên wiha hene. Piştî demekê bi awayekî bê gurçik, bê çav û hwd. li dereke tenha tên dîtin.”

Ji bo tiryakê tên bikaranîn

Hinek zarok ji hêla çeteyan ve ji bo ku di karên xwe yên tiryakê de bikar bînin wan dixebitînin. Endama Civata Îmam Elî, Bazi Sarah Rezaiye jî daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a ÎLNA’yê û got; “Hinek zarok ji bo ku li derveyî sînor jî bixebitin bi zorê pakêtên dermanan li wan didin daqurtandin. Piştî ku sînor derbas kirin jî ew dikujin.” TEHRAN

Albuma Nûçeyê