POLÎTÎKA

Tosûn bi çarika xwe ya spî li meclisê sond xwar

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

Yek ji sembolên berxwedana xwerêveberiyê ya Sûra Amedê Remziya Tosun ku li Amedê weke parlamenter hate hilbijartin, li meclisê sond xwar. Tosun ji bo sondxwarinê jî bi desmala xwe ya spî çû meclisê

Li Meclisa Tirkiyeyê merasîma sondxwarinê ya parlementeran didome. Sondxwarin li gor rêza bajaran tê kirin. Remziye Tosûna ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Sûra Amedê de ji ber dorpêç û êrîşên dewleta tirk tevî pitika xwe ya 2 mehî asê mabû û di hilbijartina 24'ê hezîranê de jî ji HDP'ê bû parlamentera Amedê, bi çarika xwe ya spî çû meclisê.

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn ji bo sondxwarinê jî bi çarika xwe ya spî ku di nava gelê kurd de weke sembola aşitiyê tê zanîn, çû meclisê û sond xwar.

Remziye Tosûn kî ye?

Remziya Tosûn di sala 1980’an de li Rezana Amedê ji dayik bûye. Di 18 saliya xwe de beyî daxwaza wê tê zewicandin û tevî malbata xwe bar dike taxa Fatîh Paşa ya Sûra Amedê. Tosûn ku 4 zarokên wê hene, dema ku berxwedana xwerêveberiyan dest pê dike jî naxwaze mala xwe berde. Navê Remziye Tosûn weke cara destpêkê di dema qedexeyên derketina derve yên li Sûrê hate bihîstin. Tosun di 96 rojên qedexeyê de ji mala xwe derneket û ji ber vê sedemê jî hate girtin.

Piştî ku 15 mehan di girtîgehê de ma, hate tehliyekirin. Her wiha mala Remziye Tosûn a li Sûrê wekî bi sedan malan, hate xerakirin. Ji bo derbaskirina travmayê jî piştgiriya psîkolojîk wegirt û di hilbijartinên 24’ê hezîranê de jî li Amedê di rêza 4’emîn de wekî namzeda parlamenteriyê ya HDP’ê hate nîşandan. Di encama hilbijartinê de jî hat hilbijartin. Di hevpeyvînên xwe de Tosûn dibêje ku dixwaze bibe dengê jinan û kesên ku hatin mexdûrkirin. ENQERE

Albuma Nûçeyê