JIN

TJA: Desthilatdarî êrîşî destkeftiyên jinan dike

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî rejîma nû ya dewleta tirk da. TJA’yê diyar kir ku bi KHK û OHAL’ê desthilatdarî dixwaze civakeka li gorî xwe ava bike û îtaetê li ser jinan ferz bike. TJA’yê da zanîn ku desthilatdarî bi pêkanînên xwe dixwaze jinan di malê de asê bike

Tevgara Jinên Azad (TJA) der barê pergala serokomariyê de ku duh bi sondxwarina serokê AKP'ê Erdogan dest pê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya heyî bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) dixwaze zextê li ser gel bike û bi rêya tundiyê jî civakeke li gorî xwe ava bike.

Di berdewamê de jî TJA’yê destnîşan kir li dijî tundiyê berxwedana herî mezin jin didin û wiha domand: “Ji ber vê ye ku desthilatdarî jinan û destkeftiyên wan hedef digire. Dewleta baviksalar ku dixwaze jiyana rojane ya jinan bi tundiyê bi rê ve bibe, di serî de saziyên jinan hedef girtin; komeleyên jinan, kooperatîf û alavên wan ên weşanê desteser kirin.  Rejîma siyasal van pêkanînên xwe jî di bin navê OHAL û KHK’an de dike.”

‘Bi KHK’an destkeftiyên jinan tune dikin’

TJA’yê da zanîn ku di çarçoveya OHAL'ê de KHK'a bi hejmara 701’an hat derxistin û 18 hezar û 632 kes ji kar hatin derxistin. Di berdewamê de jî TJA’yê da zanîn ku bi vê KHK’ê re rojanameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Welat,  Halkin Nabzi û 12 komeleyên din jî hatine girtin û ev nirxandin kir: “Bi KHK'a dawîn re dixwazin destkeftiyên me tune bikin û alavên me yên têkoşînê ji holê rakin. Hikûmeta AKP’ê roj bi roj li rê û rêbazên tunekirina destkeftiyên jinan digere. AKP’ê di sala 2011'an de ji wezareta ku ji jin û malbatê berpirsyar e îbareya jinê derxist û navê wê kir Wezareta ji Malbat û Polîtîkayên Civakî Berpirsiyar. Bi vê yekê re jî aşkera bû ku ew jinê di nava mabatê de dinirxîne.”

TJA’yê banga têkoşînê kir

Di daxuyaniyê de TJA’yê got ku AKP ji bo ku jinan di malê de bihêle di pêkanînên xwe de bi israr e û wiha pê de çû: “AKP bi êrîşên xwe yên li ser jinan de dixwaze bi rêya tundiyê îtatê li ser jinan ferz bike. Em banga mezinkirina berxwedanê li hemû jinan dikin. Em hemû pêkanînên rejîma yekmêrî şermezar dikin û li dijî xespkirin û talankirina mafên jinan, em bang li dînamîkên civakê yên demokratîk, saziyên jinan û jinan dikin ku rabin ser pêyan û berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin.”AMED

Albuma Nûçeyê