CÎHAN

Tirkiyeyê bi pereyê penaberan çek kirîn!

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Dewleta tirk ku ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha penaberên sûriyeyî li hemberî YE’yê weke çekê bikartîne, pereyê ku IPA’yê jê re veqetandiye, ji bo çekan bikaraniye. Di rûniştandina PE’yê de Johannes Hahn piştrast kir ku dewleta tirk ev pereye ji bo ‘ewlehiya sînor’ bikaranî ye

Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûn û Têkiliyên Cîrantiyê Berpirsyar Johannes Hahn di rûniştina êvara pêncşemê ya li Parlamentoya Ewropayê (PE) agahiyên girîng dan. Hahn anî ziman ku dewleta tirk bi pereyên Yekitiya Ewropayê (YE) wesayîtên zirxî kirîne.

‘Demokrasiya Tirkiyeyê qels bûye’

Li gorî saziya medya Elman Deutsche Welle (DW), Hahn diyar kir ku alîkariya ku beriya endamtiyê tê dayin û bi kurtasî jê re IPA tê gotin, ji sedê 40 ji beşa sala 2018'an hatiye birîn. Hahn di berdewamê de jî anî ziman ku dewleta tirk ji demokrasî û mafên mirovan dûr ketiye.  

Alîkarî tê kêmkirin

Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, ji bo alîkariya beriya endametiyê 4 milyar û 453 milyon euro alîkariya malî veqetandibû. Ev alîkarî dê di navbera salên 2014-2020'î de bihata dayîn. Li gorî DW, dê bi qasî 253 milyon euro ji budçeya sala 2018'an a ji bo Tirkiyeyê hatiye veteqandin, bê birîn.

YE dibe hevkarê binpêkirinê

Di rûniştina parlamentoyê de gelek endamên PE’yê gotin ku dewleta tirk bi alîkariya YE’yê wesayîtên zirxî dikire û bi rêya van wesayîtan hewl dide hinek ji penaberên ji Sûriyeyê bi zorê vegerîne. Raportora Tirkiyeyê ya PE’yê Katî Pîrî jî bertek nîşanî vê kiryara dewleta tirk da û wiha got: “Ez bang li Komîsyona Ewropayê dikim ku dest bi lêpirsînê bike. Ger komîsyon vê yekê neke, dê bibe hevkarê binpêkirinên dewleta tirk ên li ser sînorê Sûriyeyê.”

Hahn jî piştrast kir

Di berdewama rûniştinê de jî gelek endamên YE’yê diyar kirin ku dewleta tirk bi van wesayîtan penaber kuştine. Hahn jî di mafê bersivdayînê de piştrast kir ku dewleta tirk bi pereyê IPA’yê bi hinceta ‘ewlehiya sînor’ wesayîtên zirxî yên bêçek kirine. BRÛKSEL

Albuma Nûçeyê