CÎHAN

Tifaqa bazirganiya bi Tirkiyeyê re ne ewle ye

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Hikûmeta Urdinê bi awayekî fermî hikûmeta Tirkiyeyê agahdar kir ku tifaqa şirîkatiya der barê pêkanîna herêma bazirganiyê ya azad ku di navbera Tirkiye û Urdin de were çêkirin, bi dawî kir. Krîza aboriya Tirkiyeyê hem li hundir hem jî ji derve ve têk diçe ev jî encama politikayên tifaqa şaş e. Deriyên bazirginiyê jî li Tirkyeyê tên girtin

Wezîrê Pîşeyî, Bazirganî û Zimhêrê yê Urdinê El-Muhendis Yerib El-Qedai got ku hikûmeta welatê wî bi awayekî fermî ji hikûmeta Tirkiyeyê re gotiye ku ew dixwaze hevkariya wan a di derbarê pêkanîna herêmên bazirganiyê yên azad bi dawî bike.

Bi vê yekê wê itîfaqa di navbera herdû aliyan di roja 17ê tîrmehê bi dawî bibe. El-Qedai di derbarê mijarê de ji rojnameya El-Xed a Urdinê re axivî û derbarê mijarê de wiha got: “Me hin pêşniyar kirin ku em îtifaqa hevkariyê di navbera me û Tirkiyê de pêk were, tifaqên din jî pêk werin, lê ev yek pêk nehat. Îtifaqa hatiye kirin, bandoreke neyînî li pîşesaziya me ya netewî dike. Ev ji ber berhemên Tikiriyeyê ku dihatin e. Vê yekê bandorê li hêza pîşesaziyê ya Urdinê kiriye.”

Meclîsa Wezîran a Urdinê di civîna xwe ya ku di 147ê gulana sala 20157an de hate lidarxistin Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Zumhêrê erkdar kir ku karê dawîkirina îtifaqa herêmên azad ên bazirganiyê ku di navbera Urdin û Tirkan de pêk hatiye, bi dawî bike.

Urdin peymana hevbeş a herêmên bazirganiyê yên azad bi Tirkiyeyê re di sala 20097an de imze kir û di adara sala 20117an de jî ket meriyetê. Berhemên çandiniyê neketin xalên îtifaqê de.

Li gorî belgeyên fermî yên ji navenda hijmartina giştî ya Urdinê derketin, bazirganiya di navbera herdu welatan de bi awayekî balkêş ji Tirkiyeyê bû. Berhemên Urdinê di sala derbasbûyî de bi nirxê 65,8 milyon dînarên Urdinê bû. Dahatûya Tirkiyeyê ji Urdinê re di heman salê de 484 milyon dinar bû. AMMAN

 

Albuma Nûçeyê