NÛÇE

Tifaqa AKP-MHP’ê dijminê kurdî ye!

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Tifaqa AKP-MHP’ê di çarçoveya Rewşa Awarte de di bêhiqûqiyê de sînoran nas nakin. Bi KHK’ya dawî re 18 hezar û 632 kes ji kar hatin îxrackirin. Yek ji biryarên sosret jî girtina rojnameya Welat bû. Her çiqas rojnameyê ji ber zexta dewletê ya li çar çapxaneyan nekarî rojnameyê çap bike û bi vê sedemê weşana xwe dabe sekinandin jî, tifaqa AKP-MHP'ê di çarçoveya bêtehemûliya li dijî zimanê kurdî rojname girt 

Hikûmeta AKP’ê tevî tifaqa bi MHP’ê re dixwaze bi hinceta Rewş Awarte re û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) sîstema xwe ya dîktator û faşîst bi cih bike. Tevî bi dehan KHK’yên heta niha, duh jî hikûmeta AKP’ê KHK ya bi hejmara 701’an di Rojnameya Fermî de weşand. Bi vê KHK’ê re 18 hezar 632 kes ji kar hatin îxrackirin.

Di heman demê de rutbeyên 324 personelên TSK’ê, 1167 personelên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û 35 cendirmeyan ên berê ji saziyan veqetiyabûn, bi KHK ya dawî re hatin standin.

Li gorî KHK’yan bi hejmara 701’an kesên hatin îxrackirin wiha ne:

* Ji hêzên bejahî 3 hezar 77, ji hêzên behrê hezar û 126 û ji hêzên hewayî jî hezar û 949 efser û binefser.

*Ji wezareta dadê 1052 kes hatin îxraçkirin.

*4 alîkarên walîtiyê û 4 qeymeqam hatin îxraçkirin.

*Ji Midûryeta Giştî ya Polîsan 8 hezar û 998 personel hatin îxraçkirin.

*Ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 649 efser, binefser û çawişên pispor hatin îxraçkirin.

Li gorî KHK ya dawî navên komeleyên hatin girtin li gorî bajaran wiha ne:

Li Semsûrê: Mezûnên Dersxaneya Fen û Komeleya Mensupan,

Li Enqereyê: Komeleya Xizmet û Zanistan a Furkan, Komeleya Alîkarî û Perwerdeyê ya Suffem û Komeleya Alîkariya Perwerdeyê ya Çanda Zanista Anadoluyê,

Li Dîlokê: Komeleya Xizmet û Perwerdeyê ya Furkan,

Li Gurgumê: Komeleya Fikir û Hiqûq a Ozer û Komeleya Xwendevanên Navneteweyî ya Kahramanmaraşê,

Li Kîlîsê: Komeleya Hafiz û Mensupên Lîseyê yên Hatîp Îmam Kîlîs,

Li Kocaeliyê: Komeleya Alîkariya Civakî û Perwerdeyê ya Beyaz Laleler,

Li Meletiyê: Komeleya Piştevanî û Perwerdê ya Furkan,

Li Samsunê: Komeleya Ciwanên Azad a Samsunê

Li Rihayê: Komeleya Zilamên Kar û Pîşesazî ya Wêranşarê hatin girtin.

Rojnameya ku weşana xwe sekinandibû jî girtin!

Di heman demê de bi KHK ya dawî re rojnameyên ku li Stenbolê weşangerî dikir ên bi navên Halkin Nabzi û Ozgurlukçu Demokrasî ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin jî hatin girtin. Di heman demê de rojnameya Welat ku li Amedê weşangeriya xwe dikir û piştî rojnameya Azadiya Welat (Bi KHK’ê hatibû girtin) tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zimanê kurdî rojane weşangerî dikir û ji ber zextên dewletê yên li ser çapxaneyan weşangeriya çapê dabû sekinandin jî, bi KHK ya dawî re hate girtin. Her wiha hikûmeta AKP’ê bi KHK ya dawî re televîzyona Avantaş jî girt.

Çavkaniyên kurdî hedefa dewletê ne!

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta AKP’ê di çarçoveya konsepta dijminatiya bi gelê kurd û zimanê kurdî re, bi sedan şaredariyên li bakurê Kurdistanê bi rêya qeyûman xesp kirin. Weke karê destpêkê yê van qeyûman jî êrîşkirina dibistan, navend û sazî û komeleyên ku xebatên zimanê kurdî dimeşand in bû. Di dîrokê cara yekemîn Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê hate girtin, navên park, baxçe, kolan û cadeyan ên bi kurdî hatin guherandin. Her wiha qeyûman êrîşî peykerên Ehmedê Xanî ku yek ji sembolên zimanê kurdiye kir.

Li dijî zimanê kurdî êrîşên bêperwa

Di hêla din de jî hikûmeta AKP’ê bi piştgiriya mezin a MHP’ê re pêleke mezin a êrîşê jî li dijî çapemeniya azad pêk anî. Di vê çarçoveyê de jî rojnameya Azadiya Welat ku yek ji çavkaniyên girîng ên zimanên kurdî bû, rojnameya Rojeva Medya, JINHA, DÎHA, ŞUJIN, dîhaber, Ozgur Gun TV û gelek ajans, rojname, kovar, tv û hwd. ku ji bo civaka kurd çavkaniyên zimanê kurdî bûn, girtin. Herî dawî jî êrîşî rojnameya Welat kir û bi KHK’ya dawîn re jî nîşan da ku di dijminatiya xwe ya li dijî zimanê kurdî de bêperwane.

Albuma Nûçeyê