CÎHAN

Texier: Ev biryareke exlaqî û wijdanî ye

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Dadger û parêzvanê mafên mirovan Philippe Texier encamên gengaz ên Dadgeha Gelan a Daîmî ya derbarê Tirkiyeyê de hat girtin nirxand û diyar kir ku piştî guhdarîkirina li şahidan û lêkolînkirina belgeyan ew gihîştin vê encamê: “Biryara me zelal e. Sûcê şer û sûcê dewletê hatine kirin. Erdogan ji vê yekê berpirsyar e. “

Biryar di warê wijdanî de hatiye girtin

Texier destnîşan kir ku biryara wan ku girtine biryareke wijdanî ye û anî ziman ku ev darizandin, ji bo mehkûmkirina Tirkiyeyê ji aliyê wijdanî ve, dikare li saziyên navneteweyî, li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê bê bikaranîn.

Dadger Texier wiha dewam kir: “Ev dadgeh xwedî hêzeke polîsan nîne ku karibe li dijî dewletekê bixe nav liv û tevgerê. Lê belê dikarim vê yekê bêjim; çekek exlaqî ye ku ji aliyê aktîvîstan ve, ji aliyê gelê kurd ve û ji aliyê her kesên ku dixwazin vê têkoşînê bidomînin dikare bê bikaranîn.”

Serokê heyeta dadgehê, bandora biryara wan a li ser wijdan jî wiha anî ziman:

“Ez zanim, yên ku dikarin vê biryarê bi kar bînin ew kes in ku vê têkoşînê didin. Me nêrînek ji şêweyekî darizandinê danî holê. Em dadgehek in ku tenê hêza xwe ya exlaqî heye. Ji niha û pê ve bar dikeve ser milê gelê kurd, parlamenter, siyasetmedar û her kesên ku dixwazin vê biryarê li dijî dewleta tirk bi kar bînin. Dibe ku piştre biçe ber destê dadgehek navneteweyî ya rasteqîn. Pirsgirêk ev e; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne dewletan, lê şexsan mehkûm dike. Di nava Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de jî Tirkiye nîne.”

Divê Konseya Ewlekariyê tev bi gere

Texier balkişand ser darizandina Tirkiyeyê û wiha got: “Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dest bavêje mijarê. Tirkiye ji ber ku Statuya Romayê, statuya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî qebûl nekiriye, normal nikare bê darizandin. Rewşeke bi vî rengî ancax bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare pêk were.”

Biryarên ku ji aliyê dadgehê ve hatin girtin:

1- Dewleta Tirk, hebûn û nasnameya gelê kurd înkar kir, nasnameya tirk li ser ferz kir, li dijî otorîteya dewleta Tirk weke gefekê dît, li derveyî jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt hişt. Bi vî rengî ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe berpirsyar e.

2- Li gorî delîlên berfireh ên li ser bûyeran pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dewleta Tirk di navbera 1’ê çileya 2015-1’ê çileya 2017’an de ev sûc kirine: a- Li gelek bajarên li başûrê rojhilat ê Anatoliyê di dema şer de gelek komkujiyên mezin hatin kirin, kurdan koçber kirin, bi vî rengî nîşan da ku dixwaze gelê kurd ji aliyê fîzîkî ve tine bike û sûcê şer kir. b- Li Tirkiyeyê û di serî de Fransa li derveyî welat, bi hêzên ewlekariyê û servîsên veşartî cînayet, kuştinên kiryar nediyar û windakirina bi zorê kir. Bi vî rengî sûcê dewletê kir.

3- Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî ji sûcên şer û sûcên dewletê yên li bajarên başûrê rojhilat ê Anatoliyê qewimîne berpirsyar e. Daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Erdogan û helwesta wî ya giştî ku Kurd û rêveberên wan ên li herêmê weke ‘terorîst’ nîşan da, kir ku hêzên polîs û leşkeran li dijî şervanên PKK’ê û gelê sivîl şîdeteke bê sînor bi kar bînin. Ev şîdet teşwîq û rewa kir. Fermandarê Artêşa duyemîn a Tirkiyeyê Fermandar Adem Hûdûtî, weke rêveberê bingehîn ê operasyonên hêzê leşkerî, polîs û milîsên paramilîter, ji sûcên hatine gotin yekser     berpirsyar e. ANF

Albuma Nûçeyê