POLÎTÎKA

Tevgera Goran bersiv da Çavuşoglu

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

Rêveberiya Tevgera Goran bi daxuyaniyekê gotinên Mevlut Çavuşoglu bersivandin. Tevgera Goran da zanîn ku ew bi awayekî aşkera piştgiriyê didin hemû hêzên kurd ên ku ji bo mafên neteweya kurd têdikoşin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de îdia kiribû ku ‘Rêveberiya Hewlêr û Bexdayê piştgiriya êrîşên wan ên li dijî PKK’ê dikin lê Tevgera Goran û YNK piştgiriya PKK’ê dikin.’Li ser van gotinên Çavuşoglu, Tevgera Goran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew weke Tevgera Goran mîna ku Newşîrwan Mistefa aniye ziman, ne bi veşartî bi awayekî zelal ji bo bidestxistina mafên neteweyî û çandî, piştgiriyê didin hemû hêzên kurdên derveyî başûrê Kurdistanê. Tevgera Goran diyar kir ku ew hêzeke siyasî, medenî û bê çek in û wiha domand: “Şêwaza çareseriya pirsgirêkan bi rêya guftûgo û xebatên medenî yên dûrî tundûtûjiyê pêkan e.”

‘Dewleta tirk hewl dide ku cudahiyê bixe navbera kurdan’

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Dewleta tirk bi pratîkî û niha jî Çavuşoglu di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de cudahiyê dike. Destûr neda seferên hewayî yên balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê. Dewleta tirk zirareke mezin jî gihandiye welatiyên vê herêmê. Daxuyaniyên wiha revîna ji çareseriyên pirsgirêkan ên bi rêyên aştiyane ye û aloziyên li herêmê kûrtir dike.” SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê