POLÎTÎKA

TEV-DEM: Tekane rê lidarxistina kongreya neteweyî ye

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Nêçîrvan Barzanî da. TEV-DEM’ê diyar kir ku Barzanî bi vê yekê dewleta tirk ji bo êrîşên li dijî gelê kurd teşwîq kiriye û diyar kir ku tekane rêya serkeftinê, lidarxistina kongreya neteweyî ye

Li hemberî gotinên serokwezîrê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gelek derdorên siyasî yên cuda yên kurdistanî bertekên tund nîşan dan. Têkildarî mijarê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî gotinên Nêçîrvan Barzanî da û destnîşan kir ku Barzanî dagirkeriya dewleta tirk teşwîq dike.

TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku rê nede pêşketina doza gelê kurd, her tiştî aşkera pêk tîne û wiha domand: “Bi salan e dijberiya hêviyên gelê kurd ên li rojava û bakurê Sûriyeyê dike. Piştgiriya terorîstan kir û ji bo pêkanîna êrîşan jî ew şandin herêmên me. Êrîşa herî dawî jî ya li dijî Efrînê bû. Ev dijminatiya wan îspat dike ku dijminatiya wan sabît e û dewleta tirk paşde gav jî navêje.”

Dewleta tirk dijminatiya destkeftiyên gelê kurd dike

Di berdewamê de jî TEV-DEM’ê diyar kir ku dijminatiya dewleta tirk bi ya Rojava bi sînor nemaye û ev nirxandin kir: “Niha jî êrîşî parçeyên din ên Kurdistanê dike. Helwesta wan a dijminane ku der barê referanduma başûrê Kurdistanê, îspat dike ku dewleta tirk her dem dixwaze kurd di asta ku ew dixwaze de bin. Lê lêgerîna çareserkirina doza kurd û pêkanîna destkeftiyan ji bo nasnameya niştimanî ya kurd, ji aliyê dewleta tirk ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê dijminatiya berjewendiyên gelê kurd dike.”

Pêdivî bi helwesteke niştimanî heye

TEV-DEM’ê da zanîn ku li dijî vê dijminatiyê, pêdiviya gelê kurd bi yekitiya neteweyî heye û ev tişt parve kirin: “Pêdivî bi helwesteke niştimanî heye. Li dijî êrîşên li ser hebûn û nasnameya me, pêdiviya me bi yekbûnê heye. Lê berovajî vê, hin aliyên cuda bertekên ne di cih de nîşan didin. Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî, pêngavên cidî biavêje. Daxuyaniya ku serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ya der barê êrîşên dewleta tirk de, her wiha pênasekirina wî ya ku ji girîngtirîn tevgerên niştimanî yên Kurdistanê weke 'dagirker', nakeve xizmeta gelê kurd.”

‘Êrîşên li ser Başûr ne kêmî yên li Efrînê ne’

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê diyar kir ku gotinên Barzanî ji bo dewleta tirk peyameke û wiha got: “Dewleta tirk di nav başûrê Kurdistanê de ye û gelê me qetil dike. Zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê hene. Dewleta tirk jî li Başûr hemû kiryarên qirêj pêk tîne. Ev kiryar ne kêmî yên li Efrînê ne. Ev êrîş jî di çarçoveya temamkirina plana dewleta tirk a di herêmê de ye. Her wiha yek ji rêbazên dijberiya hêviyên gelê me ye.”

Pêwîstî bi kongreya neteweyî heye

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê da zanîn ku dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê pir zelal e û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Divê berpirsên wê derê li erka xwe ya ku ji bo rê li ber hêviyên dewleta tirk ên ji bo firehkirina dagirkeriya xwe di herêmê de, derkevin. Divê ev kes êdî qanih bibin ku dewleta tirk tu caran nabe dostê wan. Erka hemû tevger û rêxistinên siyasî, civakî û çandî yên Başûr ew e ku li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker helwesta xwe ya zelal nîşan bidin. Ji ber ku ev dagirkerî li ser hemû kurdan xetere ye. Em dibînin ku kurd dikarin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêbaza danûstandinan çareser bikin. Lê sekna bi dewleta tirk û piştgiriya hêviyên wê yên li dijî gelê kurd li ku derê be bila bibe, divê di ber çavan re were derbaskirin. Divê tu kes çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk ên li dijî sivîlên bêguneh negire. Pêwîstiya me bi xebata yekitiyê û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heye. Ev rêya herî rast û aqilane ye.” QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê