CÎHAN

Teserûfa betalkirina tetbîqata leşkerî ya DYA’yê

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku bi betalkirina tetbîqateke leşkerî ya bi Koreya Başûr re, ew ê 14 milyon dolar teserûf bikin.

Tetbîqatên salane yên bi navê ‘Ûlchî Freedom Gûardîan’ divê di meha Tebaxê de bihatana kirin. Lê Serokê DYA’yê Donald Trûmp piştî civîna bi Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn re tetbîqata di meha hezîranê de betal kir. Trûmp got ku, “Em ê lîstikên şer bidin sekinandin, ev tişt jî ew ê ji me re bibe teserûf.” Serokê DYA’yê wiha got , “Ji bo balefir û tiştên din em bi milyon dolaran pereyan xerc dikin.”

Berdevkê Pentagonê albay Rob Mannîng diyar kir ku bi betalkirina tetbîqatên salane yên bi Koreya Başûr re ew ê 14 milyon dolaran teserûfê bikin. Maliyeta tetbîqatên budçeya leşkerî nêzî 700 milyar dolaran e.

Li Koreya Başûr nêzî 28 hezar û 500 leşkerên DYA’yê hene. Tevî yekîneyên Koreya Başûr tetbîqatên hevpar tên lidarxistin. Li gorî tetbîqata ku ew ê di meha tebaxê de pêk bihata dê 17 hezar û 500 leşkerên DYA’yê beşdar bibûna. Tetbîqat ku dê du hefteyan bidomiya hate betalkirin. WASHINGTON

Albuma Nûçeyê