JIN

‘Têkoşîna gelê kurd bû mînak’

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Endama Desteya Rêveberya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohelat Arif rewşa dawî ya li Rojava û Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku pêwistî bi têkoşîna hevpar heye.

Arif anî ziman ku têkoşîna gelê kurd a ji bo demokrasiyê bandorek girîng û erênî li hemû gelên li Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd a ji bo demokrasiyê hêjayî pesindayinê ye. Em vê mînakê li Rojava baş dibînin û ji bo ev yek bandorê li ser tevahiya Sûriyeyê bike em hewl didin. Lê divê hemû pêkhate ji bo van aloziyan bi dawî bibe bibin yek.”

Bêyî kurd çareserî nabe

Arîf da zanîn ku heta niha hemû civînên ku ji bo Sûriyeyê hatine kirin vala derketine û tu encam nehatine bidestxisin û bal kişand ser rola gelê kurd a di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de û ev tişt vegot: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê rola gelê kurd gelekî girîng e. Bêyî kurdan pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe. Her wiha têkoşîna gelê kurd a ji bo demokrasiyê bû mînak. Divê hemû kes feyzê ji vê mînakê bigire da ku ji demokrasî û aştiyê re xizmet bê kirin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê