EKOLOJÎ

Têkiliya nanoteknolojî û gumgumokên biqiloç

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Li bajarê Lînzê yê Awusturyayê komeke lêkolîner û zanyar ji bo vedîtinên nû hewl didin ku xwezayê texlîd bikin. Niha bala zanyarên li Lînzê li ser vê gumgumoka hanê ye. Ev gumgumoka biqiloç ku li çol û stepên Amerîkayê dijî bi taybetmendiyeke çermê xwe bala van zanyaran kişandiye.

Gelo gumgumoka biqiloç li wê çola hanê ya bêav û hişk ji bo ku ji tînan nemire avê çawa û ji ku derê peyda dike. Rojnameger Anne Devineaux ku ji bo Euronewsê dixebite jî vê pirsê ji zanyarên ku li ser gumgumokê lêkolînan dike, dipirse.

Sêhra çermê gumgumoka biqoloç

Zanyar destnîşan dikin ku sêhra van gumgumokan mîkrocihokên li ser çemrê wan e. Çermê wan dilopên baran û şevnemê bi awayekî wisa kom dike ku kengî tî bibin wê demê dikarin avê vexwin. Helbet ev mekanîzma jî gelekî bala van zanyaran kişandiye.

Florian Hischen ê biolog ku li Zanîngeha Keplerê xebatên xwe didomîne destnîşan dike ku çermê van gumgumokan xwedî pergaleke wisa ye ku bi lez û bez avê depo dike. Hischen dide zanîn ku di nav tebeqeyên vî çermî de cihokine mîkro hene ku bi çavê tazî nayên dîtin. Ev cihok ava ku depo dike bi lez avê digihîne serê gumgumokê. Gumgumok jî  ava ku bi van cihokên mîkro digihîje ber devê wan dimisînin û vedixwin.

 

Biologên Lînzê bi endezyarên Gîrîtê re dixebitin

Biolog û zoologên li Lînzê ji bo Enstîtuya Teknolojiyê ya Forthê ku li Kandiyeya Gîrîtê ye prensîbên xebata ev çermî û modelaja cihokên mîkro derxistine. Endezyarên nanoteknolojiyê modelaja biologan bi malzemeyên sunî ji nû ve çêdikin. Helbet ev xebateke wisa bi hûrgilî ye ku bi lazeran û bi mercekên pir mezin malzemeyên pir biçûk û bi kêr hatî tên çêkirin.

​Endezyarê optîkê Evangelos Skoulas ku li enstîtuyê dixebite destnîşan dike ku ew bi rêya lazerê malzemeyên xwe şok dikin û ji wan malzemeyeke  nû çêdikin.

Koordînatorê projeyê ​Emmanuel Stratakîs ê li enstîtuya Forthê dixebite têkildarî vê projeyê wiha dibêje: “Em li vê derê pergaleke ku dişibe pergala çemrê gumgumokan ji nû ve bi nanoteknolojiyê çêdikin. Ev malzeme dê avê bimisîne û wê ber bi cihê tê xwestin ve bi lez veguhêze. Em hewl didin avê bi şiklekî wisa veguhêzin ku di rê de dilopeke av jî ziyan nebe.”

Îro ji bo bîomedîkalê sibê ji bo hemû cîhanê

Testên niha li ser malzemeyên pola tên kirin. Ji bo projeyê malzemeyên dîtir ên xwetêdan û mehandinê kêm dike bi nanoteknolojiyê tên çêkirin.

Niha ev xebata hanê ji bo qada biomedîkal tê kirin ku di rewşên kêmaviyê de were bikaranîn. Lê kî dizane belkî di siberojê de hemû şebekeyên avê yên li dinyayê bi vê teknolojiyê bixebitin. AMED

 

Albuma Nûçeyê