JIN

‘Tekane pirsgirêka aboriyê dewlet e’

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Li semta Sigacik a girêdayî navçeya Seferhîsara Îzmîrê 10 sal berê Bazara Jinan hat avakirin. Jin li bazarê xwarin û lixwekirinên bi destan çêdikin ên mîna şîranî, rîçal, tirşîn, dantel, cil û biharatan difiroşin. Bazara ku bi boneya xurtkirina aboriya jina hat avakirin, bi 20 dezgahan dest pê kir û niha 600 dezgeh lê hene. Lê qeyrana aborîya li Tirkiyeyê wekî her qadê li Bazara Jinan jî xistiye. Jinên ku li vê bazarê dixebitin diyar kirin ku ji ber qeyrana aboriyê ew nikarin kar bikin.

Arzu Karakaş a ku 3 sal in li bazarê cilan difiroşe destnîşan kir ku ji ber krîza aborî cil bihabûne û êdî hêza gel a kirîna cilan jî nemaye.

Ferah Uçluer a 10 sal in li bazarê baharatan difiroşe anî ziman ku baharatan ew bixwe hişk dike difiroşe û wiha got: “Berê rewş ne wiha bû. Berê we xweliyê biavêta erdê nediket. Muşterî gelek in lê firotin nîne. Ji ber bihabûna dolaran kes naxwaze tiştekî bikire. Karê me nabe. Em nizanin çi bikin.”

Mukkerem Erçetîn a ku 5 sal e cureyên xwarin û şîraniyê li malê çêdike û li bazarê difiroşe jî diyar kir ku zemkirina zexîreyan bandoreke neyînî li ser wan dike û got ku tekane pirsgirêka aboriyê dewlet e. ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê