JIN

Tekane daxwaza dayikê dîtina Efrînê ye

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi sedhezaran efrînî koçberî herêmên cuda yên bakurê Sûriyeyê bûn. Yek ji van welatiyan jî dayika Eyşa Necar a 105 salî ye. Dayika Eyşa dibêje ku daxwaza wê ya dawî ew e ku Efrînê bibîne

Dayika bi navê Eyşa Necar a 105 salî ku bûye şahidê qirkirinên li ser gelê kurd, ji gundê Em Huşa yê Şehbayê ye. 12 zaroken wê hene û di temamiya temenê xwe de şahidî ji gelek hovîtî û qirkirinên li ser gelê kurd kirine. Dayika Eyşa got ku kurd her tim rastî qirkirinê hatine û axa wan hatiye dagirkirin.

Dayika Eyşayê şahidiya dagirkeriya îngiliz û fransiyan a li ser axa Kurdistanê jî kiriye. Demên dagirkeriya van hêzan jî wiha vedibêje: “Dîroka kurdan her tim bi êş û kul e. Lê dîsa jî serî natewînin. Ne li dijî îngilîzan û ne jî li dijî fransî û osmaniyan tu caran serî netewandine. Di serdema ingîlîz û fransiyan de dîsa sîvîl dihatin qetilkirin û revandin. Gelek zilm hate kirin. beriya wan jî osmaniyan gelê kurd qetil dikir. Niha jî dewleta tirk axa me dagir dike û bi hezaran sivîlan qetil dike.”

Jin her tim bûn hedef

Di berdewamê de jî dayika Eyşayê got ku di demên berê de di serî de jin dihatin hedefgirtin û wiha domand: “Niha jî hedef tên girtin. Ji dîrokê ve jin her tim bûne qurbaniyên polîtîkayên qirkirinê. Lê her tim jî li ber xwe dane. Niha jî li ber xwe didin.”

Ji tevgera azadiyê bi bandor bûye

Herî dawî jî dayika Eyşayê bal kişand ser Efrînê û ev tişt anî ziman: “Daxwaza min a herî dawî ew e ku vegerim Efrînê. Min di temenê xwe yê 105 salan de gelek tişt dîtin. Tiştê ku heta niha herî zêde bandor li ser min kiriye têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Daxwaza min a herî dawî jî ew e ku ez vegerim Efrînê.” ŞEHBA - JINNEWS

Albuma Nûçeyê