NÛÇE

‘Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû civakê tê ferzkirin’

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica anî ziman ku avakarên rejîma nû, di heman demê de damezirînerên pergala Îmraliyê ne. Sarica da zanîn ku sîstema li Îmraliyê niha li ser hemû civakê tê ceribandin û rejîma nû xwe dispêre zordariyê

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica têkildarî rejîma nû ya dewleta tirk û biryara Dadgeriya Înfazê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye, pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand. Sarica diyar kir ku rejîma nû, li gorî sîstema li Îmraliyê hatiye sazkirin.

Rezan Sarica anî ziman ku beriya biryara qedexekirina hevdîtinên bi Ocalan re jî qedexeya hevdîtinê ya parêzer û malbatan a bi Ocalan re hebû û wiha domand: “Ji bo biryara dawî, cezayên hucreyê yên sala 2005'an û 2009'an ku bi cih hatine, weke hincet nîşan didin. Bi vê biryarê re cezayên wê wextê ji bo niha dikin hincet. Di vir de hiqûq cara duyemîn tê binpêkirin. Qedexekirina serdana malbat û parêzeran tenê bi qanûnan dikare bê ferzkirin. Heta niha bi hinceta rewşa awarte dihatin astengkirin. Piştre hewldan bi KHK’yan vê rewşê bidomînin. Ji bo mayîndekirina qedexeyên li Îmraliyê, biryarnameyên hatin derxistin yek bi yek di nava qanûnan de bi cih kirin.”

Nikarin sîstema li Îmraliyê îzah bikin

Sarica diyar kir ku pêkanînên li ser Ocalan beriya rewşa awarte jî heman bûn û ev tişt anîn ziman: “Li Îmraliyê rêveberiya şidandî ku ji herêma qedexekirî ya leşkerî û Rewşa Awarte jî dijwartir e, her tim heye. Me niha dosya birin ber destê Dadgeha Destûra bingehîn. Hiqûqa ku li rûmeta mirovan tê, alîgirê demokrasiyê ye û mafên mirovan diyar dike, bi tu awayî nikare sîstema li Îmraliyê îzah bike. Lê belê pêkanînên ji niha û pê ve serdema li pêşiya me dê ne rejîmeke destûra bingehîn û ne demokratîk be.”

‘Mejiyê rejîma nû xwe dispêre zordariyê’

Di berdewamê de jî Sarica got ku bi pêvajoyeke plankirî re guhertineke bingehîn di rejîma dewleta tirk de hate kirin û ev nirxandin kir: “Mejiyê ku hişt Dadgeha Destûra Bingehîn li pêşberî vê yekê bêdeng bibe û tev li vê pêvajoyê bibe, mejiyê rejîma nû ye ku xwe dispêre zext û zordariyê. Yên ku bi salan e sîstema li Îmraliyê bi rê ve dibin, xwediyên vê sîstema nû ne. Me gelek caran got ku hewla bicihkirina sîstema Îmraliyê li ser hemû Tirkiyeyê heye. Desthilatdariya ku dixwest civakeke bêdeng û tepisandî biafirîne, ji sîstema li Îmraliyê sûd wergirt. Pêkanînên li Îmraliyê pêwendiya xwe bi hemû beşên civakê re hebû. Astengî û qedexeyên li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav kirin û niha jî bi belavkirina tecrîdê re ev yek tê mayîndekirin.”

Ocalan destûreke bingehîn a demokratîk danîbû pêşiya me

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt parve kirin: “Bi tecrîdê re têkiliya Ocalan ji civakê û tevahiya cîhanê re tê birîn. Birêz Ocalan destûreke bingehîn a demokratîk danîbû pêşiya me. Kêm mabû ku ev destûra bingehîn bê amadekirin. Wê qanûna bingehîn bihata afirandin ku ji bo jiyana azad a hemû beşên civakê û ji bo demokrasiyê bibûya bingeh. Lê belê em îro ketine pêvajoyeke ku demokrasiya temsîlî jî ji holê hatiye rakirin, sîstemeke zext, şîdet û zordariyê ku em nikarin jê re bêjin otokrasî û ji aliyê hiqûqî û civakî ve nayê kontrolkirin.”

Sarica destnîşan kir ku tişta vê rewşê biguherîne û Tirkiyeyê demokratîk bike xwedîderketina gel, civakê û hemû hêzên demokratîk li berxwedana destanî ya Ocalan e. AMED

Albuma Nûçeyê