NÛÇE

Tecrîd û fermana 3’yê Tebaxê hate protestokirin

Dem : 07 Tebax 2018 Sêşem

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijin tecrîda li ser Ocalan û fermana Şengalê protesto kirin. Alîkara serokê Meclisa Kurdên Adigeyê Xodeda Kyaloşav daxuyaniya çapemeniyê xwend û got ku encax bi yekitiyê ew dikarin xwe ji dijmin biparêzin.

Di daxuyaniyê de Kyaloşov xwest roja 3’yê Tebaxê weke roja jenosîdê ya li dijî êzidiyan were naskirin û bang li NY, YE û saziyên navneteweyî kir.

Di dewamê de Kyaloşov diyar kir ku asîmilasyon û qirkirinên li dijî kurdan bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye û got ku bi saya Ocalan gelê kurd li cîhanê hate naskirin.”

Her wiha Kyaloşov herî dawî li dijî tecrîdê banga çalakiyan li gel û derdorên navneteweyî kir.

Li Yewnanistanê ji bo Ocalan çalakiya birçîbûnê

Li gelemperiya Ewropayê jî ji bo azadiya Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê kampanya hatin destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de li Yewnanistanê standa çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 6’ê tebaxê destpê kir dê heta 11’ê tebaxê bidome. Di roja yekem a çalakiyê de ber bi Sefaretxaneya tirk ve meşeke girseyî bi rê ve çû.

Di axaftinên çalakiyê de, bal li ser rola dewletên Ewropayê ya li ser komploya navneteweyî ya li ser Ocalan hat kişandin û hate bibîrxistin ku nêzî 20 sal e Ocalan di bin tecrîdê de ye.

Her wiha di çalakiyê de bêdengiya welatên Ewropayê ya li hember dagirkeriya Efrînê jî hate şermezarkirin. Çalakiya greva birçîbûnê li Qada Syntagamê dewam dike.  KRASNODAR - ATÎNA

Albuma Nûçeyê