POLÎTÎKA

‘Tecrîd li dijî gelê kurd e divê bi dawî bibe’

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Bedevkê HDP’ê Saruhan Oluç da zanîn ku Leyla Guven dîla dadgeha herêmî ye û divê bê berdan. Oluç piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Divê tecrîda girankirî ya li dijî mirovahiyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan, bi lezgînî bê bidawîkirin.”

Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşat Canbaz, Saruhan Oluç û Alî Kenanoglu bi boneya piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 3 roj in li avahiya HDP’ê ya bajar a Stenbolê di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya 4 parlamenteran dê êvarê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re, gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl parlamenter ziyaret kirin.

Di serdanê de parlamenter Alî Kenanoglu axaftine kurt kir û got ku tecrîda li ser Ocalan, di serî de li dijî gelê kurd e. Kenanoglu da zanîn ku polîtîkaya şer bi tecrîdê re dest pê kir û ger ku tecrîd bi dawî bibe, dê axa Rojhilata Navîn veguhere pêvajoya aştiyê. Piştî serdanê, berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn.

‘Guven dîla dadgeha herêmî ye’

Di civînê de Oluç di serî de spasiyên xwe pêşkeşî kesên piştgirî dane çalakiya wan kir û wiha got: “Berdewamiya girtina Leyla Guven, li dijî hemû peyman û dadgehên hiqûqê ye. Tu mafê wan ê tehakumiyek wiha nîne. Serokê meclisê bi tu awayî xwedî li endama meclisê derneket. Hikum tune ye. Leyla Guven dîla dadgeha herêmî ye. Em careke din bang dikin û mînaka Enîs Berberoglu bi bîr dixin. Hevala me Leyla Guven berdin.”

‘Desthilatî li pey dozên Geziyê ye’

Oluç piştre jî bal kişand ser cezakirina Demîrtaş, Onder û Baluken û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hiqûq û dadgehên li Tirkiyeyê, ji bo ku ceza bidin kurdan dixebitin. Heke tu kurd bî, edalet jî ji bo te nîne. Ev biryar û cezakirin ji Qesrê derdikeve. Qesr ferman dide û daraz biryarê pêk tîne. Niha jî der barê bûyerên Gezî yê de lêpirsîn dane destpêkirin. Desthilatdarî ji nû ve ketiye pey amadekirina dozên Geziyê. Dê di hilbijartinê de bersiva van pêkanînan bê dayîn. Divê tecrîda girankirî ya li dijî mirovahiyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan, bi lezgînî bê bidawîkirin.”

Civîn bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû. STENBOL

Albuma Nûçeyê