JIN

Taşdemîr: AKP ji qelsiya xwe êrîş dike

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî operasyona qirkirina siyasî axivî.

Taşdemîr bal kişand ser êrîşên ji 7’ê hezîranê ve yên li ser siyaseta demokratîk, pêkhateyên wê, saziyên jinan û diyar kir ku AKP ji qelsiya xwe êrîş dike û wiha got: “Bi konsepta êrîşan dê kurd, jin, saziyên demokratîk dev ji daxwazên xwe yên demokratîk bernedin. Di êrîşên beriya niha de jî jinan û kurdan serê xwe netewandin, ji niha û pê de jî dê netewînin.”

Her wiha Taşdemîr destnîşan kir ku AKP dixwaze împaratoriya tirsê ava bike û ev tişt vegot: “Lê divê baş bi vê zanibin ku tu kes dê gavekê jî paş de navêje. Her wiha gelek jinên ku hatine binçavkirin aktîvîstên TJA’yê ne, bi salan e têkoşîna azadiya jinan didin. Li hemberî vê têkoşîna mafdar hişmendiya zilam a AKP’ê neçarî têkçûnê ye.” ENQERE

Albuma Nûçeyê