CÎHAN

Talîban kete bajarê Gazniyê

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Hate ragihandin ku Talîban ketiye bajarê Gaznî yê Afganîstanê. Li herêmê di navbera Talîban û hêzên ewlehiyê de şer didome. Bajarê Gaznî bi ser eyaleta bi heman navî, bajarê herî kêm 200 km li başûrê paytext Kabîlê ye.Talîbanan, destpêkê êrîş bir ser bendavên ewlehiyê û piştre li nav bajêr pêş ve çûn rû dan. Li gorî waliyê eyaletê Arif Nûrî Talîbanan gelek hewan avêtine avahiyên bajar.

Walî diyar kir ku herî kêm 30 kuştiyên Talîbanan li erdê mane. Ligorî nûçeya AFP’ê talîbanan bi hoperlorên mizgeftê bang li gel kiriye ku her kes li mala xwe bimîne, dernekeve derve. Li gorî agahiyan 140 leşker hatin kuştin. Berdevkê talîbanan Zabîhûlllah Mucahîd jî, da zanîn ku operasyona li ser Gazniyê, di çarçoveya “pêngava biharê” ku meha gulanê hatibû destpêkirin pêk hatiye. Mucahîd dyar kir ku gelek deverên bajar bi dest xistine. KABÎL

Albuma Nûçeyê