NÛÇE

Talangeriya çeteyan li Efrînê didome

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Zilm û zordariya hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên dagirker ên li ser welatiyên Efrînê berdewam e. Rojane ev komên çete welatiyên herêmê direvînin û dest datînin ser mal û milkê wan.

Van komên çete niha jî 10 welatiyên ji gundê Kobaka yê Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta venêrînê mal û milkê wan jî talan kirin.

Çete malên welatiyan dişewitînin

Her wiha çeteyan malên welatiyên gundê Sariya yê girêdayî navçeya Mabata û mal û kargehên li navçeyê dişewitînin. Li gorî agahiya çavkaniyekî ji gundê Sariya ragihand ku koma çete ya bi navê Tabûra El Ehfad roja sêşemê 4 malên welatiyên gund şewitandine. Li gorî gotinên çeteyan beriya derbasbûna rêjîma Sûriyeyê nava Efrînê dê hemû malên Efrînê bişewîtinin. EFRÎN

Albuma Nûçeyê