NÛÇE

‘Tahîr Elçî sembola aştî, biratî û edaletê bû’

Dem : 10 Tebax 2018 În

Di hefteya 137’emîn de jî Baroya Amedê ji bo dîtina kujerên Tahîr Elçî û bi lez û bi bandor birêvebirina dosyeyê, li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de serokê Baroyê Ahmet Ozmen da zanîn ku Elçî sembola aştî, biratî û edaletê bû û xwest ku kujerên wî bên dîtin

Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çarling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi lez û bandor bê birêvebirin, di hefteya 137’emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê Firat Ayçîçek û gelek parêzerên din jî bi cubbeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de parêzeran pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ vekirin. Di çalakiyê de serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku hemû hewldanan dosyeya Elçî hêj nehatiye ronîkirin û kiryaran dernexistin holê.

Divê rayedarên dewletê sozên xwe pêk bînin

Di berdewamê de jî parêzer Ozmen destnîşan kir ku Tahîr Elçî di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna mafê mirovan daye û wiha domand: “Tahîr Elçî sembola aştî, biratî û edaletê bû. Dê her tim jî wisa bimîne. Tevî ku em kêmasiyên di dosyeya lêpirsînê de tînin ziman jî, tu pêşketin di dosyeyê de çênebûne. Me gelek caran bang li serokkomar, wezîrê karê hundir û wezareta dadê yê wê demê kir ku dosyeya Elçî çareser bikin. Lê soza xwe pêk neanîn. Em careke din bang dikin ku kiryarên Tahîr Elçî bibînin û soza xwe bi cih bînin.”

Di daxuyaniyê de Firat Ayçîçek jî anî ziman ku pevçûn û tundî li her deverê belav bûne. Ayçîçek jî ji rayedarên dewletê xwest ku kujerên Tahîr Elçî di zûtirin dem de bên dîtin û darizandin. AMED

Albuma Nûçeyê