CÎHAN

Tabûrên Filistînê fuzeyan avêtin Îsraîlê

Dem : 10 Tebax 2018 În

Tabûrên Filistînê hejmareke fuzeyan avêtin niştecihgehên Xelafê ya Xezayê. Di encamê de 7 niştecihên Îsraîlê birîndar bûn. Hikumeta Îsraîlê xwest mijarê dijwartir bike û deverên bombebaranê firehtir bike.

Li Gazzeyê ragihand ku tabûrên Filistînê duh danê sıbehê hejmareke fuzeyan avêtine niştecihgehên Îsraîlê û hejmareke ji van fuzeyan ji aliyê alavên parastinê yên Îsraîlê ve hatin xistin û hejmareke din jî li nav niştecihgehan ketin. Di encamê de 7 niştecih birîndar bûn.

Li aliyê din balafirên şer ên Îsraîlê gelek deverên girêdayî tabûrên Filistînê û hin zeviyên çandiniyê bombebaran kirin. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Nakokiya di navbera hêzên Îsraîlê û tabûrên Filistînê li Gazzeyê ji şevê din ve dijwar bûye, di dema ku agirbesta hemdem a di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de bi navbênkariya Misirê tê gotûbêjkirin da ku ambargoya li ser Gazzeyê were bidawîkirin.

Endamên hikûmeta Îsraîlê di civîna xwe ya awarte de rewşa heyî gotûbêj kir û xwestın ku dijberî dijwartir bibe û topbarana li dijî deverên herêma Gazzeyê berfirehtir bibe. Hikûmeta Îsraîlê xwest ku pergala qubeya hesinî li ser kembera sînorê bi Gazzeyê re were xurtkirin.

Koordînekarê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo çalakiya aştiyê li Rojhilata Navîn Nîkolay Mildînov hişyarî da ku eger ev dijberî neyê rawestandin dibe ku rewş aloztir bibe. Serokê hikûmeta Filistînê Mehmûd Ebas jî gelek peywendî bi aliyên navneteweyî re kirin da ku ev dijberiya li dijî herêma Gazzeyê were rawestandin. QUDS

Albuma Nûçeyê