CÎHAN

Swîsre: Bêyî kurdan aştî ne pêkan e

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Parlamenta Federal a Swîsreyê bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin weke sûcê şer bi nav kir û şermezar kirin. Platformê bang li Neteweyên Yekbûyî(NY) kir ku bi tevlêbûna kurdan dest bi hevdîtinên nû yên aştiyê bike.

Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê roj bi roj derbasî qonaxeke nû dibe. Parlamenta Federal a Swîsreyê biryarên girîng stand û bang li Ne NY kir ku li Sûriyeyê agirbestê ragihîne û kurd jî di nav de dest bi pêvajoyeke nû ya aştiyê bike.

Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê pêşnûmeyek li ser Sûriyeyê beriya niha bi çend mehan pêşkêşî Parlamenta Federal a Swîsreyê kiribû. Pêşnûme duh li meclîsê hate nirxandin û qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de gelek biryarên girîng hene.

Di pêşnûmeyê de ku bi sernavê “Dawî li sûcên şer ên li Sûriyeyê bînin” hate qebûlkirin, bang û biryara Konseya Ewlekariyê ya NY hate bibîrxistin ku 24’ê sibatê banga agirbestê li aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin hatibû kirin.

 “Divê hemû alî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û hêzên xwe yên leşkerî ji nav axa Sûriyeyê vekişînin.”Parlamenta Federal ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin hêza xwe bi kar bîne û NY bixe nav liv û tevgerê. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku agirbesteke nû li Sûriyeyê ragihîne û li gel beşdariya kurdan pêvajoyeke nû ya hevdîtinên aştiyê dest pê bike. BERN

Albuma Nûçeyê