CÎHAN

Sûriye: Tirkiye sûcê şer dike

Dem : 27 Pûşper 2018 Çarşem

Di rûniştina Mafê Mirovan de ya li NY’yê Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê kiriye û li Efrînê sûcê şer û mirovahiyê kiriye.

Rûniştina Mafê Mirovan a 38’an a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di hefteya duyan de li ofîsa NY’yê ya Cenevreyê didome. Di rûniştina îro de Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe bi mijara Gutaya Rojhilat rapora xwe da.

Tirkiye sûcê şer dike

Piştî ku Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Sûriyeyê raporê xwend, nûnerên dewletan û saziyên rêxistina sivîl li ser raporê şîroveyên xwe kirin.

Nûnerê Sûriyeyê li ser rapora Komîsyonê axivî û bersiv da sûcdariyên li ser rejîmê û got ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcê şer dike. Nûner her wiha  diyar kir ku Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê kiriye û bi vî rengî ketiye nav xaka Sûriyê û domand: “Hûn li vir dibêjin Sûriyeyê sûcê şer kiriye lê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Tirkiye sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike. Gelo ên ku li Efrînê dijiyan ne sivîl bûn?’’ BRUKSEL

Albuma Nûçeyê