POLÎTÎKA

Sûr ji bersivdayînê re amade ye

Dem : 22 Pûşper 2018 În

Kadrî ESEN / AMED

Di çarçoveya gera xwe ya ji bo şopandina hilbijartinên 24’ê hezîranê de herî dawî em çûn navçeya Sûrê ya Amedê ku dema berxwedanên xwerêveberiyan şer û pevçûnên dijwar lê qewimîn. Sûr navçeyeke dîrokî ye û navê xwe ji sûrên derdora xwe digire. Heta şaredariya Amedê di sala 1993’an de dibe Şaredariya Bajarê Mezin jî wek semteke Amedê tê hesibandin. Piştî salekê di 1994’an de bi navçeya Yenîşehirê re dibe yek ji navçeye navendî ya Amedê.

Di heman salê de hilbijartinên herêmî tên lidarxistin û ji ber ku wê demê HADEP ji ber tundiyên dewletê yên li hemberî xwe hilbijartinan boykot dike, şaredarê yekemîn ê Sûrê ji Partiya Refahê tê hilbijartin. Lê piştî vê yekê di hemû hilbijartinên giştî û heremî ku heta niha pêk hatine de partiyên kurd ên ku di xeta HDP’ê de siyaset kirine, li navçeyê bi ser ketine. Di hilbijartinên herî dawî yên 1’ê Mijdarê de HDP’ê li navçeyê ji sedî 75,72’yê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya yekemîn. AKP’ê jî ji sedî 19,61’ê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya duyemîn.

Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de hejmara hilbijarên Sûrê 68 hezar û 532 kes bûye. Lê ji ber wêrankirina dewletê ya li hemberî taxan hejmareke zêde niştecihan ji Sûrê koç kirine û derbasî navçeyên din ên Amedê bûne. Li gel vê yekê jî hejmareke kêm niştecihan navnîşanên xwe guherandine. Ji ber vê sedemê hejmara hilbijêran gelekî kêm nebûye û tenê daketiye 66 hezar û 529 kesî. Me sedema vê yekê pirsî û hîn kir ku niştecih naxwazin Sûrê terk bikin û dixwazin rojek berî rojekê vegerin taxên û careke din li Sûrê bi cih bibin.

Ber Mizgefta Mezin ker û lal e

Piştî parvekirina van agahiyên li ser Sûrê dixwazin derbasî çavdêriya xwe ya li Sûrê bibin û atmosfera hilbijartinê ragihînin. Wekî ku me di serî de jî ragihand, Sûr navçeyeke dîrokî ye û gelek deverên wê yên dîrokî hene. Em destpêkê çûn ber mizgefta mezin a dîrokî ku gotin di cih de be, her roj dilê Amedê li berê lê dide. Mirov li ser kursiyên çayxaneyan rûniştine û hilbijartinan nîqaş dikin. Niqaş piranî li ser hejmara parlamenteran e. Lê dema me xwe nêzî wan kir, ker û lal bûn û qet nexwestin tiştekî bibêjin.

Ji ber ku mezinan xwe li ker û lalîtiyê danîn, em jî çûn cem zarokê bi navê Miheme ku li ser sêniyekê simîtan difirot. Me ji Miheme pirsî ‘Gelo dê hilbijartin li Sûrê çawa derbas bibin?’ Miheme got ku dê malbata wî dengê xwe bide HUDA PAR’ê û wiha pê de çû: “Malbata min cara yekemîn denge xwe bide HUDA PAR’ê. AKP’ê û Erdogan malên me xera dikin û niha ji ber xera kirina wan ez ji tax û mala xwe dûr ketime û derbasî taxeke din bûme.” Miheme destnîşan kir ku li gel ku malbata wî dengê xwe bide HUDA PAR’ê jî dê hilbijartin di navbera HDP û AKP’ê de derbas bibe.

Dengê xwe nadin wêrankeran

Li ser van gotinên Miheme me berê xwe da Çarşiya Şewitî ku dema berxwedana xwerêveberiyan şahidiya şewitandina bi dehan avahiyan kir. Piraniya dikanên çarşiyê vekirîne û esnaf ji rewşa heyî ya siyasî û aborî acizin. Goşkarê bi navê Ahmet ku nexwest paşnavê xwe aşkera bike, li ser pirsa me ya ji bo hilbijartinê diyar kir ku AKP malên ku avakirine dê bide aligirên xwe û ji ber vê yekê dê dengê xwe bide HDP’ê. Ahmet di berdewamê de da zanîn ku dengê wan dê neçên kesên ku malên wan wêran kirine û niha wan bi malên nû yên ji mimariya Sûrê dûr avakirine dixapînin.

Esnafê bi navê Miheme jî ji polîtîkayên AKP’ê yên aboriyê gazinan kir. Miheme da zanîn ku AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên aboriyê mala wan wêran kiriye û ji ber krîza aborî nikarin li dikanên xwe kar bikin. Miheme rengê dengê xwe jî ji me re aşkera kir û bi awayekî zelal anî ziman ku ji ber ku kurd e dengê xwe bide HDP’ê û wiha got: “Em ne li aliyê kuştinê ne, li vê derê gelek cîwan hatin kuştin. Erdogan aliyê kuştinê ye, her roj hejmara kuştiyên me kurdan aşkera dike. Em ê çawa dengê xwe bidine AKP’ê û Erdogan.”

Sûrê tenê makyaj kirine

Ji vê derê jî em derbasî kolana Melîkahmedê bûn û ji bo ku hineke bêhna xwe vedin, li çayxaneyekê rûniştin. Piştî demeke kurt me xwest bi çend kesan re hilbijartinên binirxînin. Destpêkê çûn cem komeke mirovên extiyar. Extiyaran bi hirseke mezin pirsên me bê bersiv hiştin û angaştkirin ku haya wan ji hilbijartinê tune ye û pêşniyara ku divê em li şûna wan biçin bi kesên xwenda û cîwan re hilbijartinê binirxînin.

Li ser vê xeyda koma extiyaran ez ji çayxaneyê rabûm û di kolana Melîkahmedê de meşiyam. Di meşa xwe de rastî hemal Salih Kaya ku ji aliyê esnafên Melîkahmedê ve bi navê Çepo jî tê nasîn hatin. Çepo bi tabloya xwe ya 2 tekel 25 sal e hemaliyê dike. Çepo hê berî ku em pirsa hilbijartinê jê bikin destnîşan kir ku HDP partiya wan û ji ber ku xizmeta welat dike dê dengê xwe bide HDP’ê. Çepo di berdewamê de jî restorekirina li kolanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Tiştên dikin ne restorekirin e, di bin navê restorekirinê de tenê makyajkirina kolanê ye. Lê dema ku baraneke baş bibare dê vir û derewê wan hemû derkevin holê.”

Çîroka bi êş 

Edî dem ber bi êvarê ve diçe. Em jî lez dikin, beriya ku roj biçe ava xwe bigihînin Minara Çarlêng ku serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dema ku li berê peyamên aştiyê dida, ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Dema em gihaştin ber minareyê 3 jinan di bin minareyê de tûr diavêtin. Me jî meraq kir û ji wan pirsî ‘Gelo hûn çima dibin minareyê de tûr diavêjin?’ ji jinan 2 yan jê diyar kir ku bêkarin û bi hêviya ku ji xwe re kar bibînin tûr diavêjin.

Paşê ji van jinan a bi navê Nedret ku hîn kir em rojnamegerên hat cem me û çîrokeke hê ji ya Tahîr Elçî bi şewattir ji me re aşkera kir. Nedret diyar kir ku bavê wê Ahmet û birayê wê Firat jî wekî Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Bav û birayên min dema wezîrtiya Meral Akşener ku bûye namzeta serokkomariyê hatin qetilkirin. Divê kurdek dengê xwe nede Akşener. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê lê divê HDP jî peyamên ji bo piştgiriya Akşener nede.”

Dê HDP sindoqan biteqîne

Dema ku em ji Minara Çarlêng veqetiyan û ketin ser kolana Gaziyê, carekê me dît 3 karmendên ku qerewatên wan bi sûtiyê wan ve girêdayî ne ji şaxa Halkbankê ya Sûrê derketin û ketin pêşiya me. Van her sê karmendan di navbera xwe de hilbijartinê dinirxandin û henekên xwe bi lîsteyên AKP û CHP’ê dikirin. Karmendan ji hev re digotin ku dê bi vê lîsteyê her du partî ji bi ser nekevin û dê teqez HDP sindoqan biteqîne.

Her wiha li Sûrê jî wekî Farqînê ji ber astengiyên AKP’ê alên HDP’ê gelekî kêm hatine daleqandin û piraniya navçeyê bi alên AKP’ê û HUDA PAR’ê hatine nexşandin. Li ber navçeyên navendî yên din xebatên AKP’ê bi awayekî ber bi çav li Sûrê tên hîskirin. Dûrmûşên deng ên AKP’ê her carê di kuçe û kolanekê de dertên û klamên sosret ên tirkî lê didin. AKP bi vê yekê re jî diyar dibe ku kiriye serê xwe li ser wêrankirin û qetilkirinê jî dê deng ji sûriyan bigire. Lê li gorî çavdêriyên ku me li Sûrê kir dê di 24’ê Hezîranê de derseke baş ji sûriyan bigire.

 

Albuma Nûçeyê