ÇAND Û HUNER

Şûnwaran kom dike

Dem : 17 Pûşper 2018 Yekşem

Welatiyê bi navê Elî Ehmed ji bajarê Amûde ye û ji temenê xwe yê 48 salî qetên şûnwaran kom dike. Ew ji bav û kalikê xwe fêrî komkirina şûnwaran bûye û ji sala 1991`an heta niha vî karî dike. Temenê hinek ji şûnwarên ku Ehmed kom kiriye diçe 100 hetanî 200 salî.

Ehmed ne tenê wan şûnwarên ku komkiriye diparêze, li dikaneke ku sala 2009`an ve vekiriye rêz kiriye û gel li wan şûnwaran dinêrin. Ehmed bi parastina van şûnwarên kevn re dixwaze her tim jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê biparêze. Niha li dikana wî tizbî, cilûbergên kurdî, ristik, alavên mûzîkê, gulîsk û hwd. ku pêkhateyên herêmê di salên berê de bi kar tanîn, hene.

Elî Ehmed ji temenê xwe yê 11 salî dest bi vî karî dike û niha ji vî karî hezdike, şûnwarên kevn li gel kî bibîne ji wan dikire û li gel xwe radike. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê