NÛÇE

‘Sûcê dewleta tirk hatiye belgekirin'

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî rewşa dawî ya li Minbicê û îdiayên dewleta tirk, daxuyanî da. Fermandariyê da zanîn ku dewleta tirk aramiya herêmê binpê dike.

Daxuyanî bi beşdariya hejmarek ji fermandarên meclisa leşkerî û ji hêla berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Derwîş bibîrxist ku hezên wan piştî ragihandina damezirandina meclisê, di 4’ê nîsana 2016'an de dest bi hemleya rizgarkirina Minbicê kirin. Derwîş da zanîn ku hemleya ku di 1’ê hezîranê de dest pê kir, bi piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî dom kir û bi rizgarkirina Minbicê û gundên wê jî bi dawî bûye.

‘Me bi Tirkiyeyê re li hev kiribû’

Fermandar Şerwan Derwîş got ku li ser vî esasî wan li Încîrlîka Tirkiyeyê civînek li dar xistiye û ev agahî dan: “Di civînê de nûnerên DYA û berpirsên dewleta tirk jî amade bûn. Her wiha şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku serkêşiya wê fermandarê me yê berê ku şehîd bû Ednan Ebû Emced dikir, amade bû. Di civînê de rewşa Minbicê hat nîqaşkirin û bi beşdariya dewleta tirk jî lihevkirin çêbû. Li ser vê lihevkirinê hemle dest pê kir. Di encamê de jî hêzên me tev li piştgiriya YPG’ê û koalîsyona navneteweyî di 15'ê tebaxa sala 2016'an de bajar rizgar kir. Bi vê yekê re jî bi hezaran minbicî vegeriyan bajarê xwe.”

‘Êdî em dikarin xwe perwerde bikin’

Di berdewamê de jî Derwîş bi lêv kir ku di dîroka 16'ê mijdara sala 2016'an de hêzên wan rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê dewr girtiye û wiha domand: “YPG’ê wê demê bi awayeke fermî daxuyand ku ji bajar vedikêşe. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat. Lê li ser daxwaza me, komeke ji YPG’ê ji bo pewerdekirina hêzên me bi sifatê şêwirmendiya leşkerî li bajar man. Ev jî bi koordîneya koalîsyonê û bi erêkirina wan pêk hat. Lê êdî hêzên me xwedî tecrûbe ne û dikarin xwe perwerde bikin. Lewma jî dê xebatên vekişînê di nav rojên pêş de pêk were.”

Spasiya YPG’ê kirin

Di daxuyaniyê de ji ber alîkarî û piştgiriyê spasiya YPG’ê û koalîsyona navneteweyî hat kirin. Daxuyanî bi van agahiyan dom kir: “Em weke meclisa leşkerî tekez dikin ku em dikarin parastina Minbicê bikin. Dewleta tirk dixwaze siyaseta xwe li ser herêmê ferz bike û ewlekarî û aramiya Minbicê ji nedîtî ve tê. Niha li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê şer, revandin, girtin û tevlihevî heye. Divê dewleta tirk re bide ku bi hezaran koçberên herêmê vegerin. Ji ber şerê di navbera çekdarên di bin kontrola dewleta tirk de, koçberiyeke mezin ber bi Minbicê ve heye.”

Sûcên dewleta tirk hatine belgekirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dewleta tirk li Efrîn û Babê demografyaya herêmê diguherîne û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ev yek belge kir. Ev jî nîşaneya herî berbiçav e ku dewleta tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û Sûriyeyê dagir bike. Çeteyên girêdayî dewleta tirk rêyan digirin û li ser gel bacê ferz dikin. Her wiha ciwan, jin û zarokan direvînin û wêraniyê pêk tînin. Rê nadin ku sivîl vegerin gund û bajarên xwe. Lê li hêla din bajarê Minbicê ji roja hatiye rizgarkirin ve heta niha tevî hemû gef û êrîşan jî bajarê herî bi aram û ewle ye.” MINBIC

Albuma Nûçeyê