ÇAND Û HUNER

Stratejiya nû ya dagirkerên Kurdistanê - Kakşar Oremar nivîsand

Dem : 14 Îlon 2018 În

Kakşar Oremar

Êdî nabe ku xwîna ciwan û şoreşgerên Kurdistanê bibe duhn û ronê çerxên komara; teror, îdam, tevkujî, sirgûn û antîdemokratîk ya Îranê. Bi kar û kiryarên çend rojên derbasbûyî re rûpelekî din yê reş bû para wê dîroka tije hovîtiyên dewleta nemeşrû ya Îranê. Li hemberî daxwazên neteweyî-demokratîk bersiv nabe bi rijandina xwînê, îdam û şerfiroşiyê be. Êdî nabe bi navê Allah, şerîeta îlahî û kafir zanîna kurdan heta bixwazin Xwedê jî bixapînin! Mîlîtarîzekirina Kurdistanê, sirgûnkirin, girtin û îdam jî dê nikaribin îradeya 15 milyon kurdên rojhilatê Kurdistanê bişikêne. Hêzên sekuler û demokrasîxwaz nabe rêyeke wiha li ber mirovên har û dîn ên hakim li Îranê vekin.

Ev daxwaz û gotin tenê yên min nîn in. Belkî dikarim bêjim milyonan kes li Îran û cîhanê êdî ji destê rejîmeke kevneperest mandî bûne.

Di hefteyekê de rûdanên bixwîn!

Hefteyek tije xwîn, îdam û kuştin derbas bû. Hîn birînên daristanên Merîwan û şewitandina jîngeparêzên fêdakar di dilê me de mabû ku çar ciwanên din jî hatin îdamkirin. Ramîn, Zanyar, Luqman û Kemal. Ferzad Kemanger û koma hevalên wî jî di rewşeke tevlihev a weke ya niha de hatibûn îdamkirin. Li hember kiryarên dij mirovî kurdan tim berê xwe dane rêbazên siyasî û demokratîk, lê rêberên wan li ser maseya hevdîtina hatine terorkirin. Vê carê jî jiyana civakê li hemû Kurdistanê tevî hêrseke mezin û qêrînên bilind li dijî komara îdamê derbas bû. Kurdan li pey sala 1978’an û şûnde dîsa jî ji komara îslamî re gotin: ‘NA’ ÊDÎ BES E’.

Tu pênûs, hest û hisên mirovahiyê ên nav canê mirov nikarin mezlûmiyeta wan ciwanên bêtawan beyan bikin.

Dîtina dîmenên bombekirina baregehên her du partiyên HDK û HDK-Îranê bombarana Helepçe li sala 1988’an, cîhada Xumêynî a sala 1979’an li rojhilat û tevkujiyên havîna sala 1988’an di girtîgehên Îranê de bi bîra min anîn.

Karname û kiryarên hikûmetekê ku piştgermiya wê bi ‚Apartheida olî û şiîgeriyê’ ve girêdayî û piştrast be, dê ev be ku li ber çavan e. Ew potansiyela hêza xwe a rizî û nemeşrû bi îdam û bombaranê re didin xuyanîkirin. Ev jî yanî cudamayîn ji hêza gel ku di dirêjahiya hemû dîrokê de hîç deweleteke dîktator nekariye li hemberî rûberê berfireh yê zeryeyaa gel bisekine.

Destkeftinên rûniştina Tehranê!

Li pey rûniştina roja înê (07.09.2018) a Îran, Rusya û Tirkiyeyê êdî dihate payîn ku pêngaveke nû ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve bê avêtin. Sedema vê yekê jî pir zelal û sade ye; di van çend salên bihurî de hêza herî karger û xwedî peyamên aştiyê li çar parên Kurdistan û herêmê partî û aliyên kurd bûne. Di nav sînorên her çar welatan de jî kurd hêza herî bi liv û lebat li dijî navendên otorîter, hêzên îslamî ên paşverû û selefiyên misilman bûne. Li Îranê kela berxwedanê li dijî rejîma îslamî tenê Kurdistan bûye û dengê dijberiya kurdan ji yê neteweyên din bilindtir bûye. Kurdan tim xwestiye ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Divê hemû kes û hêzên aştîxwaz vê pirsê ji xwe bipirsin: “Peyamên vê çalakiya terorîstî li dijî partiyên kurd çi ne?”

Du êrîş û sedan teror

Êrîşa ser qirargeha Koye cara yekê di 26. 07. 1996’an bi rêya leşkerekî mezin yên Spahê Pasdaran û caşên wan yên xwefiroş hate encamdayîn, lê hingî zirarên canî pir kêm bûn.

Cara duyê jî di 08.09.2018’an de ku bû sedema şehîdkirina 17 endamên her du partiyên siyasî, lê piraniya wan endamên HDK’ê bûn. Vê carê ziyan hem canî û hemî madî-menewî bûn.

Li kêleka van kiryarên komara îslamî mixabin wan bi rêya sîxur û mirovên xwe yên nav sînorên hikûmeta herêma Kurdistanê ji salên 1990’an û pêde karîne sedan kadro û şoreşgerên rojhilatê Kurdistanê teror bikin. Di karekî wiha de partiyên desthilatdar li Başûr qet nexwestine li hemberî rejîma îslamî karekî esasî bikin. Bêhelwestiya ku bû sedema şikandina keramet û serweriya wan bixwe jî.

Weke tê gotin û bihîstin dibe ku di pêşerojeke ne zêde dûr de operasyona hevbeş a artêşa Tirkiyeyê û Îranê li dijî Qendîlê jî bê lidarxistin.

Encamên pişt perdê yên rûniştina roja înê zû cewherê xwe aşkera kir û peyamên girîng tê de hene:

1. Mezinbûna bizava siyasî li Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nû bûye, lê mixabin zûtir ji xwediyên malê, dijminên kurdan bi vê rastiyê hesiyane. Ew zerdeya dijwar û kujer li pey gefên çend salên derbasbûyî hinek normal bû, lê sed heyf û mixabin xemsariyên birêveberên kurd li pey terora Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, revandina Ocalan, kuştina Zekî Şengalî, tevkujiya Şengalê, jidestdayîna Kerkûkê û dehan ziyanên din niha jî dubare û çendbare dibin.

2. Li hemû rojhilatê Kurdistanê ji Maku heya Îlamê hêzeke kirêgirtî a caş û xulamên pergala desthilatdar ji çalakî û şerên van çend salên dawiyê ên Pêşmerge û gerîlayên kurd tirsiyane. Bi îdam û kuştinê re desthilata Îranê xwest bêje ku em ne tenê di nav welat de belkî li derveyî Îranê jî xwedî şiyanên mezin in.

3. Îranê bi karekî wiha re tenê bêhêzbûna xwe ya nav welat û derve da peyitandin. Ji hêla din jî rêyeke nû danî ber partiyên siyasî li Kurdistanê ku ji bo berjewendiyên rojê û erzan dest ji bêtifaqiya xwe berdin. PJAK li Merîwanê pasdarên Îranî dikuje, Îran êrîşî ser baregeha HDK’ê dike. Yanî ew ferqê di navbera reng û alên me de nabînin, em nabine yek, lê ew li dijî me tevan in.

4. Helwesta xelkê li piraniya bajarên Kurdistanê bangeke du alî ji Îran û hemû hêzên siyasî li ‘Kurdistana mezin’ bû. Ji hêla din jî Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî, Ramîn H. Penahî, Loqman û Zanyar Mûradî bi peyam û gotinên xwe re ‘Kultûra Berxwedanê’ kirin mîrasekî tim zindî û nemir di girtîgehên Îranê de. Mîrateyek ku nextê wê ji xwînê be, sed elbete divê ji hêla kurdan ve bêhtir ji hemû neteweyên din bê dîtin. Berxwedana Mazlûm Dogan û hevalên wî di girtîgeha Amedê de taboyên rejîma leşkerî a sala 1980’yan şikandin û karekî wiha jî girtiyên kurd di girtîgehên weke Êvîn gehandin encamê.

Pêwîst e bê gotin ku di çend salên derbasbûyî de endam û alîgirên partiyên sereke li rojhilatê Kurdistanê (HDK, KOMELE û PJAK) zêdetirîn rêjeya girtiyên siyasî li hemû girtîgehên Îranê pêk anîne.

5. Ew bersiva bêkarî, kuştina kolberan, îdamên bêdarizandin, daxwazên girtiyên siyasî û projeysên aştîyane ên aliyên kurd wiha didin. Lê divê bê bîra wan ku ‘pirsgirêka kurd li Îranê’ xwedî pêşîneyeke dûr û dirêj e ku bêhtirî 500 salane niha jî nehatiye çareserkirin. Gotina nemir Dr. Qasimlo hat bîra min: “Gelek ku azadiyê bixwaze, divê bihayê wê azadiyê jî bide…”

6. Li rex vê rewşa tirajîk ku Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq kurdan dikujin, cîhan jî temaşegerek bênêrîn û helwest e!

7. Bombarankirina bargeha HDK’ê hem bangek ji Amerîka re bo şerê li hemberî wan û him jî amadekirina raya giştî li Îran û herêmê ye ku bêjin em xwedî çekên modern in û dikarin li dijî hemû dijminên xwe şer bikin. Ev di rewşekê de ye ku hevalbendê Îranê li herêmê tenê dewleta nîvmirî a Sûriyeyê ye ku bixwe xwedî hezaran êşên bêderman e.

8. Êrîşên mezin ên dagirkeran vê carê destpêka stratejiyeke nû ne. Ew biryarên veşartî yek bi yek dikevin praktîkê û êdî rêyek ji xeynî çêkirina eniyek hevbeş a siyasî-leşkerî ji kurdan re nemaye. Êrîşên Îranê êdî weke yên tirkan derbasî pêvajoyeke nû bûne. Êrîşa Koye û îdamkirina çar ciwanên kurd bû destpêkeke tije xetere li dijî hemû destkeftiyên kurdan.

9. Piştî hilbijartinên Îraqê dewleta Îranê xwest ku kurd piştgiriya Malikî bikin, lê helwesta kurdan ew nebû ya ku wan dixwest.

10. Hilbijartinên başûrê Kurdistanê di vê mehê de û liv-lebatên li rojavayê Kurdistanê jî Îran, Sûriye û Tirkiye neçarî kiriyarên tund kirine.

11. Îran ji niha de amadekariyên guherandinên piştî xwe dike ku nehêle kurd bibîne hêzeke bibandor û xwedî statuyek li rojhilatê Kurdistanê û perçên din yên welatê xwe. Di vê mijarê de ew û dewletên din di têkeliyên berdewam de ne.

12. Di rewşa tevlihev a aborî-siyasî de rayedarên Îranî ji hêlekê di nav ewqas girtiyên siyasî de tenê ciwanên kurd îdam dikin û ji hêla din jî bargehên partiyên siyasî bombebaran dikin. Dema di dirêjahiya van çend mehên derbasbûyî de nekarîn bersiva bombarana Îsraîlê li ser bargehên xwe yên leşkerî bidin, êdî neçar bûn bi rêyeke din wê bêhêzî, bêçaretî û paşekêşaya xwe a ji başûrê Suriyê li Kurdistanê bidin xuyanîkirin. Bi karekî wiha re‚ kodeke şer dane hevrik an jî reqîbên xwe yên herêmî ku Erebistana Siûdî û Îsraîl du ji wan welatan in.

13. Ew dikarin îmkanên xwe yên leşkerî li dijî hemû welatên herêmê bikar bînin û hêza xwe a di warê çêkirina fuze û çekên din nîşanî dijberên xwe dide. Guh nedane yasayên serweriya welatekî serbixwe li derveyî sînorên xwe û jêre girîng jî nîne ku karekî wiha dê rewşa aştiyê li herêmê xeratir bike.

14. Li dijî opozîsyona rejîma îslamî û parastina rejîmê divê herkes bizanibe ku ew ê bi hemû şêweyan xwe biparêzin. Li vir peyama herî girîng ji hêzên dijber re ew e ku hakimên Tehranê nikarin demokrasiya ku ew dixwazin, bipejirînin. Xamaneyî weke rêberê olî yê wilayeta mutleq bi rêyên wiha re dixwaze welat ji kabûs, qeyrana aborî-siyasî û otorîteya olî xelas bike. Rêya ku rejîma Sûriyeyê pê re çûbû, niha Îran jî dixwaze bikeve ser û welat bixe nav şerê navxweyî.

15. Di salroja tevkujiyên komî yên sala 1988’an de, bi îdama Ramîn, Kemal, Zanyar û Loqman re gefa herî mezin li gelên Îranê dike û dixwaze bêje ku ger hûn li dijî pergala heyî xebat û berxwedanê bikin dê kur û keçên we jî bêne îdamkirin. Rejîmên bêselahiyet û talankerên mal û dewlemendiyên gel, fakturên esasî ji hejarî û felaketên jiyana milyonan xelkê re dê nehêlin ku gelê kurd li dijî nehiştina zilma wan şer bike.

16. Ew baş dizanin ku partiyên siyasî ger li derveyî Kurdistanê jî bin, ji hêla gel ve têne piştgirî kirin û ji civakê cuda nîne.

17. Ji bo tirsandin û bêdengkirina etmosfera civakê dest bi girtin, kuştin û îdama şoreşgeran dike.

18. Şewitandina konsolosa Îran û îdareyên ku girêdayî partiyên aliyê Îranê (Heşdî Şeibî û yên din) li bajarê Besrayê, şikestina siyaseta Îranê a derveyî welat îspat dike. Rayedarên komara diz, cerde û gendelan li Sûriyeyê, Iraq, Yemen û welatên din rastî şikest û rûreşiyê hatine, îcar tola xwe ji kurdan vedikin, lê tenê rûreşî yê bibe para wan.

Ciwanên kurd û peyamên dawiyê

Zanyar, Luqman, Ramîn û Kemal dema ku li pey gireva birçîbûnê a rojên dirêj bêhêz, nexweş û heta nedikarîn li ser piyên xwe bisekinin, di tarîtiya şeveke giran de birin bin sêdara îdamê. Ramîn bi dirûtina lêvên xwe û destê şikestî hat îdamkirin. Dosyaya her çaran hê jî vekirî bû û bêlêkolînên berfireh pergala dadwerî ya Îranê bi destûra wezareta Êtlaat û Spahê pasdaran her çar ciwanên kurd îdam kirin. Wan heta guh nedan yasayên zagona xwe ya bingehîn jî û tevî ku hemû rêxistinên parastina mafê mirovan, sedan parêzer û kesayetên xwedî bandor ji birêveberiya Îranê dawa kirin ku ew kes neyên îdamkirin, wan ew karê dûr ji edalet û prensîbên hiqûqî encam dan.

Hemû şadî û hîvî bûn baskên mirin û kuştinekê bi destê Zehakên sedsalê ku berevajî xwestekên wan gulên biharê, ew bixwe re birin.

Hêşta jî hinek kes di xizmeta wê pergalê de ne ku heta ji termê miriyan jî ditirse. Hemû kesên ku bêdeng kirine karê xwe yê salên dirêj, di vê zilmê de hevalên Dehakên Tehran, Enqereyê, Şamê û Bexdayê ne.

Êdî mandîbûn li pey 40 salan di gotinên herkesî de xuya û li ser rûyê her kesî aşkera ne. Dayik welat e, dayik ax e, kî dikare bibe agirê dilê dayikan, kesê ku qedirê dayikê bizanibe dê qedirê her tiştekî bizanibe, lê dayik li Kurdistanê xwedî êşeke bi dirêjahiya hezaran salên bindestiyê ne. Êdî dayik wiha diqêrînin: “Em mandî bûn ji ewqas hawarên bêbersiv, kuştin û kuştin, îdam û tîrbarankirinên veşartî re, me jî tenê rûmetên xwe renîn, nalîn û gazî jî tenê di qirka me de man…”

Şînnameya Zanyar, daxwazên Luqman û hesretên Ramîn û Kemal tije xweziyên ji wê rojê re bûn ku êdî kes ji law û keçên xwe yên îdamkirî re negirî, kolber neyêne kuştin, jîngehparêz bi tawana heza ji jiyan û siruştê bi saxî neyên şewitandin.

Ramîn bi dengekî westiyasî, stresek tije êş carna li dora xwe dinêre, dixwaze bi çend peyvan gotinên xwe yên dawiyê jî ji me re bêje. Dilê wî tije gotinên nebihîstî ne, lê belkî dizane ku hovên Kurdkuj êdî dê wî û jiyanê ji hev veqetînin. Dixwaze di kêliyên dawiyê de qedirnasî, emeknasî an jî xatirê xwe ji me bixwaze, lê başe ku peyama herî girîng dide dîktatorên keleha zilmê li Îranê: “Ez terorîst nînim….” Dengê Ramîn dengê hemû kur û keçên Kurdistan û azadîxwazên cihanê ye. Dengê mezlûmiyeta miletekî ku tenê mehkumî azadhezû serkeftinê ye. Ew di peyama xwe ya herî dawiyê de wiha dibêje: “Silav û rêz, hûrmeta xwe pêşkêşî we dikim. Ez Ramîn Husên Penahî li girtîgeha Recayî Şehir im. Ez ji hêla xwe ve bi awayekî taybetî spasdarî gelê Kurdistan û Îranê me û qedirnasê wan im. Ez weke zarokê Kurdistanê, weke kurekî azadîxwaz spasdarê gelê Kurdistan û Îranê me ku piştgîrî dane min. Tenê min xwest di dawiyê de bêjim ku ez terorîst nînim û ev îdia derew e. Weke çalakvanekî sivîl, weke zarekî we bixwe spasdarî hemû gelê Kurdistan û Îranê me, çavê we teva maç dikim”.

Ramîn bi destê şikestî, bi lêvên dirûtî û canekî bi êş serê xwe netewand û bi dirûşma “Ey Reqîb” û lêvên bi ken çû bin sêdara îdama reşpûşên sedsalê.

Di 40 salên bihurî de hezaran stêrkên esmanê me anîn xwarê, jiyan ji wan standin, ew rijiyan, lê hîn jî li esmanê me sedan hezar stêrkên tije ronahî dibiriqin. Zerya naçike lê tofan dikare koşkên dîktatoran ser û bin bike.

Çend sal e tenê dîmenên xwînê, kuştinê, birêxistina kempînên li dijî îdamê, raportên rojane bo rêxistinên mafên mirovan, êrîşên bêdawî li ser me berdewam in lê rûniştinên berdewam ên dijminên me ku pirsgirêkên herî mezin bi hev re hene lê dîsa li dijî me yek in jî qet ranewestane.

Em çend sade ne ku zû êşên me bi xapandikariyên xwe yên dîrokî lê ne bi dermanekî esasî, didin jibîrkirin û kewandin. Û bila qet ev gotina pêşiyên me neyê jibîrkirin: “Kesî bi xweziya, ranehîştiye baqê keziya.”

Şoreşgerê mezin Ezîz Yusifî (1928-1978) wiha dibêje:”Em hezaran kes bûn. Hezaran kes ji me şehîd bûn an jî di girtîgehan de riziyan. Ji nav me hezaran kesan pişta xwe dane xebatê. Hezaran kes di nîvê rê de man, lê em hîn jî hezaran kes in.”

Êdî bila bi vê gotin û şîreta felsefî-dîrokî re dost û dijmin hisab û kitabên xwe li Kurdistanê bikin.

Albuma Nûçeyê