ÇAND Û HUNER

Stranbêjê ku dengê wî her zindî ye; Şemal Saîb

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Semîr ŞEHABÎ / SILÊMANÎ – ROJNEWS

Tevî ku 32 sal li ser wefata hunermend Şemal Saîb re derbas bûye jî, lê hîna dengê wî bi heskirinek mezin tê guhdarîkirin û di nava gel de zindî maye.

Stranbêjê kurd Şemal Celal Saîb (Şemal Saîb) di sala 1931’an de li bajarê Silêmanî ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî qeymeqam bû, wî karî li gelek navçe û bajarên Kurdistanê bijî. Şemal piştî dibistana seretayî diqedîne, diçe li Bexdayê li dibistana Koleja Melîk Feysel ku tê de bi zimanê îngilîzî ders dihat dayîn dixwîne.

Piştî xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Xweşik temam dike, di sala 1951’an de li Bexdayê dest bi beşa dîrokê ya Koleja Adab dike. Di sala 1956’an de xwendina zanîngehê temam dike û dibe mamostayê dîrokê. Di sala 1959’an de jî li Peymangeha Hunerên Xweşik a li Bexdayê dibe mamostayê mijarên rewşenbîrî û muzîkê.

Di sala 1963’an diçe Amerîkayê û li wir dîplomaya beşa wêjeyê distîne. Di sala 1971’an de li Radyoya Bexdayê yekem strana xwe ya bi navê ‘Mijde bê sal gerayewe’ pêşkêş dike. Piştî demekê li heman radyoyê dibe rêvebirê beşê hunerî û heftiyê bernameyek bi navê ‘Baxçeyê Muzîkê’ amade dike û pêşkêş dikir.

Çend stranên hunermend Şemal Saîb wiha ne; Hawar sed hawar, Hatî bû hatî, Azîz behare, Zuleyxa, Xuzga dunyam hebaya...Yekem hunermend bû, muzîk bi awayekî akademî xwend û bi şêwazê kurmanciya jorîn stran got û tomar kir.

Piştî ku di sala 1968’an de li Silêmaniyê Zanîngeh tê vekirin, daxwaz ji Şemal Saîb tê kirin vegere welat. Ew tê û li koleja adab dibe mamoste. Carek din dizewice û du zarokên wan yên bi navê Jîmo û Tîşko çêdibin. Piştre derbasî Hewlêrê dibe û heta dawiya jiyana xwe li wir dimîne.

Şemal Saîb di 7’ê mijdara 1986’an de ji ber nexweşiyek demdirêj koça dawî dike. Cenazeyê wî dibin Silêmanî û li Goristana Girdê Seywan diveşêrin.

Albuma Nûçeyê