ÇAND Û HUNER

Strana Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir, gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bû û xebatên xwe yên çand û hunerê didomînin. Li kampên kantona Şehbayê Yekitiya Hunermendan klîbek ji straneke nû re di nava şêniyên Efrînê de ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de ne, amade kir. Dengbêj û hunermend Ehmed Xanî der barê strana xwe ya têkildarî berxwedana Efrînê de wiha got: “Strana me amade kiriye, peyama berdewama ruhê berxwedana şêniyan ye.” Ehmed Xanî anî ziman ku êrîşa li ser Efrînê tenê êrîşeke leşkerî nîne û dewleta tirk di heman demê de êrîşî çanda kurdan kir û wiha got: “Divê em xwe bi rêxistin bikin û tevî derfetên kêm şêniyên Efrînê jiyanek afirand, baweriya me ya bi îradeya me hişt ku em ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê