CÎHAN

Sponseriya qirêj ji bo Iraqê dikin

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Hejmareke blokên siyasî yên sunniyên Iraqê li hev kir ku tîmeke danûstandinan ji bo avakirina hikûmetê û wergirtinên qonaxa bê, ava bikin.

Hejmareke blokên siyasî yên suniyên Iraqê li hev kir ku tîmeke danûstandinan ji bo avakirina hikumetê û wergirtinên qonaxa bê, ava bikin. Serokê hevbendiya El Mihwer El Wetenî Xemîs El Xencer hate hilbijartin da ku nûnertiya 52 parlamenterên sunnî di danûstandinên avakirina hikûmeta Iraqê de bike.

Ji blokên sereke yên beşdarî lihevhatinê bûne serokê hevbendiya El Qerar Usama El Nicêfî û serokê parlemotoya Iraqê yê berê Selîm El Cebûrî ne. Ev hevbendî bi sponseriya Qatar û Tirkiyeyê tê meşandin ku çavbirçîbûna wê di beşdarbûna çalakiya çêkirina biryara Iraqê de heye. Bi taybetî êdî hin dewletên ereb hêdî hêdî vedigerin qada siyasî, dîplomasî û aborî ya Iraqê.

Xemîs El Xencer fînanseya xwe ji Qatar û Tirkiyeyê werdigire da ku dikaribe bi rolekê di desthilatdariya Iraqê cih bigire. El Xencer di van demên dawîn de xwe wek nûnerê sunniyên Iraqê pêşkêş dike û hewl dide ji pêşveçûna piştgiriya siyasetmedarên Iraqê yên sunnî sûdê werbigire.

Ji aliyekî din ve şandeyeke hevbeş a ji Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Hesen El Sinêd û koalîsyona El Fetih bi serokatiya Ehmed El Hesekî li Hewlêrê bi serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî û rayedarên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) re civiyan û danûstandinên xwe ji bo avakirina hikûmeta Iraqê ya nû pêk anîn.

Sekreterê Buroya Siyasî ya YNK’ê Fadil Mîranî diyar kir ku wan nêrînên xwe ji hev re ragihandine da ku blokeke berfireh ku ji şîa, sunnî û kurdan pêk were. BEXDA

Albuma Nûçeyê