ÇAND Û HUNER

soza min heye

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Zenep DURGUT /WAN

Li Tirkiyeyê pişaftin û qirkirina li ser kurdî bandorek çawa li ser wêjeyê dike? Der barê wêjeya kurdî de nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku wêjevanên kurd bi têkoşînê pişaftin bêwate kirine û got ku ehda wê ew e ku dê teslîmî pişaftinê nebe

Helbestvana kurd Rengîn Kardelen diyar kir ku ji aliyê nivîsandinê ve tirkiya wê ji kurdiya wê baştir e lê ew nivîsandina kurdî tercîh dike û wiha got: “Soza min heye ku ez ê teslimî pişaftina neyaran nebim û ez ê hestê xwe bi zimanê ax û welatê xwe binivîsim.”

Rengîn Kardelen bal kişand ser rewşa wêjeya kurdî û anî ziman ku têkçûna wêjeyan ji qelsbûna zimanan tê û wiha pê de çû: “Ger mirov wek xwezayekê bê binavkirin, wêje bihara xwezayê ye. Vebûna kulîlk, sosin û beybûnên rengîn e. Wêje lêgerîna jîyaneke helbestî ye. Wek çîroka bûkên bêmirad e, wek sosinên strana xemgîniyê ye, wek hîv, stêrk, kanî, wek zozanên bilind e. Bi kurtasî herikîna jîyanê bixwe ye. Civakên bê wêje wek zivistaneke sar û cemidî ne. Xurtbûna wêjeyê xurtbûna koka mirov û civaka wî ye. Neynika şaristaniya civakê ye. Civaka ku wêjeya wê xurt be ew civak teqez xwedî dîrok, çand û bingeheke qewî ye.”

Wêjeya Kurdî wêjeya êşbar e

Kardelen behsa zextên li ser wêjeya kurdî jî kirin û wiha pê de çû: “Çavkaniya efsane û mîtolojîyê xurt e. Ji aliyê wêje çand û hunerê ve bi rastî jî dayik û destpêka mirovahiyê ye. Kurdan ew şîrê wêjeyî û hunerî ji pêsîrên vî welatê qedîm mêtine. Bêhejmar qetlîam, koçberî û bûyerên bi xwîn û li hember vê jî berxwedan, têkoşînên bêemsal li vê axê hatine jiyîn. Ew serpêhatinên tehl bûne mijarên berhemên wan jî. Gelek roman, helbest û çîrokên êşbar hatine nivîsîn. Di çil salên dawî de hewldana şoreşeke bêhempa li welêt hatiye dayîn.”

Edebiyat girêdayî xwîneran e

Rengîn Kardelen îşaret bi polîtîkayên dagirkerên li çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha peyivî: “Li hemû aliyên Kurdistanê ji aliyê serdestan ve pêşveçûna ziman û wêjeyê bi awayekî sîstematîk hatine astengkirin; pirtûkên wan hatine şewitandin; nivîskarên wan hatine binçavkirin. Lê wan dev ji nivîsandina bi kurdî bernedaye. Ji ber ku kurd tu carî nebûne xwedî erk wêjeya wan a nivîskî bi qasî ya wan a devkî xurt nebûye. Di van çil salên dawîn de wêjeya nivîskî ya kurdan pêş ve çûye û niha ji piyesan bigire heta romanên underground ji hemû cûreyên wêjeyê mînak hene. Tevî ew zordestiyên ku me li jor qal kir, didomin jî berhem derdikevin. Wêjeya me di warê roman û helbestê de mînakên gelekî nirxdar ku di asta yên cîhanê de dane û didin. Helbet dikare xurttir jî bibe. Lê asta wêjeyekê yekser bi xwîneran ve girêdayî ye. Bi min heger kurd bêhtir li xwendina kurdî xwedî derkevin ew dê kêmaniyên me jî hindiktir bibin û ew dê wejeya me jî pêştir bikeve. “

‘Divê kurd bi kurdî bijîn’

Kardelen diyar kir ku ji bo pêşketina wêjeya kurdî divê kurd bêhtir bi kurdî emel bikin û wiha berdewam kir: “Divê em bêhtir li ser tesîr û kûrahiya pişaftinê bifikirin ku li ser gelê me hatiye kirin. Pişavtin bi destê dewletê, bi plansazîyeke hovane tê meşandin. Li gora xwe encamek jî bi dest xistine. Ya duyemîn welatê me di nav şoreşeke hemdemî ya bêhempa de derbas dibe. Li hember van kiryaran divê kurd an jî xwînerên kurd, wek mamoste, wek dê û bav an jî wek dost û heval bi awayekî xurt li nivîskarên xwe xwedî derkevin. Ji bo bibe bersiva pirsa te ev hewldanên me gavê me ji pişavtineke malkambax xelas dike lê di siberojê de dibe ku têrê neke. Divê kurd bêhtir bi kurdî bijîn.”

Xurtkirina wêjeyan û şoreş

Kardelen anî ziman ku ji bo xurtkirina wêjeyê pêdivî bi şoreş û têkoşînê heye û got: “Şoreş û wêje bêyî hev nayên rojevê; hevdû diafirînin, diwelidînin, çêdikin, xurt dikin, dermale dikin û bi pêş dixin; hevdû geş dikin, ji hev sûd û hestê werdigirin. Fikrên nû, hest û hêviyên nû, bawerî û lêgerîneke nû dixwaze. Ev bişkuvîna dil û mêjiyê civakê niha bi şoreşa azadiyê li welatê me derdikeve holê. Divê nivîskar xwe weke şoreşger, pênûsa xwe jî wek amûrekê ji bo xwegihandina wêjeyê bibînin. Li hember êrîşa çand, wêje û dîroka kurdan divê sekneke gelek xurt û bi feraset hebe. Kolan, bajar û malên gundan divê bibin qada fêrbûna ziman, dîrok û wêjeya kurdî. Em zimanê xwe çanda xwe di jiyana xwe de bijîn û bi perwerdehiyê ciwan, jin û zarokên xwe bikin kurdewar .”

Wek peyva şervanekî birîndar e

Rengînê ji bo pirtûka xwe ya Xaşxaşê ku ji helbestan pêk tê wiha axivî: “Xaşxaş hin caran di helbesteke evînê de lêgerîna çavên evîndarekî ye. Wek şîretên rûspiyên dem û dewran dîtiye, nesîhetan li mirovan dike. Dîroka welatê bindest û çîroka lehengên bê tirb tîne ziman. Xaşxaş demdeman dibe kenê Hecî Bîrlîk û wek tîrêjên roja çileya bi seqem dilê mirovan germ dike. Carinan jî dibe guleyeke dawîn a şervanê xendekan ku li hember dîlgirtina gelekî têdikoşe. Xaşxaş pirtûkek biçûk e. Hevokên wê kin in. Lê wateya wê kûr e. Wek peyva şervanekî birîndar e, dilop dilop dibare ser kaxiz û belav dibe, diherike û diçe. Jixwe navê Xaşxaşê jî bi zanebûn hatiye bijartin. Berxwedêrên Çekoslovak li hember faşizma Hitler şerekî bêhempa kir û bi şêweyeke fedayî êrîşa Hitler şikand. Di dîrokê de jî wek “Kulîlka Xaşxaşê” hatin binavkirin. Rê û vîna fedaiyên dîrokê yek in. Dişibin hev. Wek manîfestoya wêrekiyê di demên zor û tarî de derdikevin holê, dibin sewta berxwedanê. Xaşxaş peyveke fedayîtî, wêrekî û efsûnî ye. “

Wêjeya kurdî dînamîk û zindî ye

Rengîn Kardelen destîşan kir ku di cîhanê de wêjeya herî çalak wêjeya kurdî ye û wiha got: “Wek wêjeya tirkî, li ser înkarkirin û berteka wêjeya klasîk derneketiye holê û xwe jê naşo. Xwe bi pêş dixe, nûjen dike, geş û xurt dike. Gelek guliyan jê zêde dike. Wêjeya kurdî ya hemdem, dibe ku ji wêjeya klasîk û berhemên gelêrî xwe xwedî bike lê belê xwe di nav pîvan û qaîdeyên kevin de asê nake. Wêjeya hemdemli gorî min, dikare bandoreke mezin li civakê bike. Dikare civakeke moderntir derxe holê. Dikare kesayetiya hemdemî derxe pêş û bike mînak ji ciwanan re. Wêjeya ku bi helbestan û bi metnên modern têkiliyeke xurt di navbêra hêstên ciwanên xwe de ava bike tu carî têk naçe. Ez wêjeya kurdî li gorî demê gelek zindî, dînamîk û pêşketî dibînim. Her diçe hêviyen mirov zêdetir dibin û ev hêvî kelecaneke mezin dide. Ez dikarim bêjim ji zindanan heya çiyayan li her derê welat; ji dîasporayê heta gund û bajarên biçûk bi dehan pîrtûk tên nivîsîn. Weşanxane û dezgehên bi wêjeyê re têkildar li her derê bêtir ber bi civakê ve tên girêdan. Li tu welatên dinyayê û li tu civakên din tevî zordestiyên bi vî rengî wêjeyeke ew qasî xurt nehatiye avakirin.”

Dibe sond û peymana têkoşînê

Wêjevan Rengîn Kardelen xwe wiha dide nasîn: “Ez li navçeya Amedê li Sûrê hatime dinê. Ez di salên nodî de li rojnameya Ozgur Gundemê xebitîm. Min di wan salan de di gelek kovarên çandî de nivîsand. Piştî demekê ji ber nivîsên xwe yên rojnamegeriyê hatim sûcdarkirin û mecbûr mam ku derkevim derveyî welat. Helbet min li derveyî welat jî xebatên xwe berdawam kirin û bi serbilindiyeke mezin di avakirina MED TV’ê de cih girt. Xaşxaş bi naveroka xwe hin caran bi bîranînan, devê hin bîrînan vedike, careke din xwînê ji wan tîne, gelek tiştan destnîşanî xwîneran dike, dibe sond û peymana tekoşînê. Dibe bangawazî û qîrîna gelekî.”

Albuma Nûçeyê