ÇAND Û HUNER

Şoreşê li ser tualê dineqişîne

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Welat FIRAT / KOBANÊ

Şêwekarê kurd Mehmûd Xelîl di sûkeke biçûk a Kobanê de huner û hestên xwe li ser tualan dineqişîne ku ji aliyekî ve dibe çavê civakê û ji aliyê din ve jî hestên civakê li ser tualan dineqişîne

Mehmûd Xelîl ku di atolyeyeke nêzî Sûka Tilel a Kobanê de bi hest û fikrên xwe tualan dineqişîne, ev 15 sal e karê hunerî dike.

Şêwekar Xelîl 31 salî ye û 2 zarokên wî hene. Xelîl ji 2002’yan ve wêneyan çêdike û di binê hemû wêneyên ku çêdike de îmzeya Romeo datîne. Xelîl ku rewşa civakî ya rojava û bakurê Kurdistanê li ser tualan dineqişîne, di demên dawîn de jî firçeya xwe ji bo neqişandina Şoreşa Rojava li tualan dixe.

Xelîl dibêje ku heta niha ew ji ber debara jiyanê di şert û mercên cuda de karên zehmet kirine, lê li rexmî hemû zehmetiyan jî dest ji çêkirina wêneyan bernedaye. Xelîl ku wênexêzên wekî Leonardo Da Vinci, Peter Paul, Michalengelo û Picaso ji xwe re mînak digire, dide zanîn ku her wênexêzek teknîkeke wî/ê ya taybet heye. Xelîl diyar dike ku ew îlhamê ji êş û keyfxweşiyên gelê kurd digire û di heman demê de dibe çavê civakê.

Her wêneyek rastiyek e

Xelîl ku herî zêde Şoreşa Rojava dike mijara tualên xwe, wiha dibêje: “Di her wêneyî ku ez xêz dikim de rastiya xwe dibînim. Ev bi sedsalan e ku dixwazin gelê kurd bi komkujî û qirkirinan tune bikin. Civaka kurd di dîrokê de her tim berxwedan û xiyanet li gel hev dîtine. Lê dema îro li kurdan dinêrin, dîroka me bi dengbêjiyê heta roja îro hatiye. Em jî dixwazin vê dîrokê bizivirînin berhemên nivîskî û dîtbarî. Mînaka di roja îro de jî Şoreşa Rojava ye. Ez jî wek hunermendekî kurd dixwazim Şoreşa Rojava bineqişînim û bi vî awayî xizmeta civakê bikim.”

Guernicaya Rojava

Xelîl ku di gelek wêneyên xwe de balê dikişîne ser berxwedana Efrîn û Kobanê, di heman demê de portreyê kal û pîran jî çêdike. Xelîl tîne ziman ku di her rûyê qermiçî yê li ser tualên wî de êşên bi salan di nav xwe de vedişêrin. Xelîl mînaka tabloya Guernicayê ku hunermed Picasso di dema Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de çêkiribû, dide û dibêje ku ew jî dixwaze Şoreşa Rojava bi xebateke wisa derbibire.

‘Wêne awêneya civakê ye’

Xelîl balê dikişîne ser tengasiyên ku wênexêz dikişînin û gotinên xwe wiha berdewam dike: “Em di şert û mercên zehmet de hewl didin karê xwe bikin. Di cîhanê de wênexêzî çiqlek hunerê ye ku zêde eleqederî pê re çênabe. Em jî niha di herêma ku tê de dijîn de heman tengasiyan dibînin. Wênexêzî awênegirtina li jiyana civakê ye. Lê li gel ku em karek wisa dikin jî kes eleqeyekê nîşan nade. Em li bendê ne ku agahiya her kesî ji xebatên bi vî rengî hebe.”

Albuma Nûçeyê