ÇAND Û HUNER

Şopa şaristaniyê: Qesra Mameşûrê

Dem : 10 Sermawez 2018 Şemî

Rûken GOMAN / DÊRIK – JINNEWS

Cîhan bi çand, huner, dîrok û şaristaniyê dibe qada rengên ku li ser rûyê mirovan bi bextewarî dide der. Yek ji cihên ku şaristanî û dîroka cîhanê diparêze jî Qesra Mameşûrê ya Dêrika rojavayê Kurdistanê ye. Dema ku mirov diçe vê Qesrê bêhna wan fireh dibe û dilê wan xweş dibe.

Ji dîrokê heta niha ji êlên wekî Xerza, Botan û Ebasanan re malovantî kiriye. Bi bawerî û şaristaniyên cuda hêviyên mezin di dilê civakan de ava kirine. Qesra Mameşûrê li ser girekî cihê xwe digire û ji 15 odeyan pek tê. Koçerên ku diçûn zozanan Qesra Mameşûrê ya ku bi kevirên reş hatiye avakirin wekî stargeh ji xwe re didîtin. Di qesra ku koçeran ji xwe re wekî stargeh didît de gelek bîranîn, şaristanî, çand û huneran di nava xwe de vedihewîne. Ev yek ji bo gelek cihan jî bûye mînakek berbiçav. Dema ku mirov niha jî diçe Qesra Mameşûrê şopên şaristanî û dîrokek dûdirêj dibîne.

Piştî ku Fransayê ev Qesra girt şûnde vê derê wekî navenda leşkerî bi kar tîne. Kesên ku dîl tên girtin li vê derê gelek zilm û zordestiyê dibînin. Ev yek jî dîsa wekî şopek reş a şerma şerên di nav mirovan de dimîne. Qesra Mameşûrê ya ku di heman demê de ji êşên mezin re jî malovanî kiriye, niha deriyê xwe ji mirovên dîrokhez re vekiriye û li hêviya serdanê ye.

Albuma Nûçeyê