CÎHAN

SOHR: Rejîma Sûriyeyê 400 çeteyên DAIŞ’ê derbasî Idlibê kirin

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku rejîma Sûriyeyê li nêzî bajaroka Bûkemel a Dêrazorê zêdetirî 400 çeteyên DAIŞ’ê bi awayeke veşartî derbasî Idlibê kirine. Çavdêriyê da zanîn ku haya çeteyên li dijî rejîmê ji vê yekê nîne û çeteyên DAIŞ’ê jî li Idlibê bi cih bûne

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe. Bi nêzbûna dawîbûna şerê Sûriyeyê re şer û pevçûnên li herêmê jî aloztir bûn û hem hêzên herêmî û hêm jî yên navneteweyî raste rast êdî di şer de cih digirin. Bi taybet jî geşedanên herî berbiçav li Idlibê rû didin. Hat zanîn ku piştî lihevkirina Rûsya û dewleta tirk a ji bo Idlibê ku tê payîn dê herêmeke bi qasî 15 heta 20 kîlometreyan bê bêçekkirin, rejîma Sûriyeyê jî ket nava hewldanên cuda.

Li gorî nûçeya Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku girêdayî Londonê ye, rejîma Sûriyeyê zêdetirî 400 çeteyên DAIŞ’ê ji Dêrazorê derbasî Idlibê kirin. Çavdêrî dibêje ku koma çete ji nêzî bajaroka Bûkemal a Dêrazorê hatine girtin û li ser Dêrazorê jî derbasî Idlibê hatine kirin. Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên komên çeteyên din hatine danîn.

Haya çeteyan jê nîne

Mala çavdêriyê ragihand ku komên din ên çete agahiya wan pê nîne ku rejîma Sûriyeyê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên wan bicihkirine. Çavdêriyê ragihand ku hêzên rejîmê çeteyên DAIŞ’ê di 24’ê îlonê de bicihkirine. Weke ku tê zanîn mehek berê rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê amadekariyên operasyona Idlibê dikir. Lê piştî hevdîtina sêalî ya li Tehranê, Rûsya, Îran û dewleta tirk lihev kiribû.

Beriya niha jî destûr dabû

Di hevdîtina Putîn û Erdogan de jî li ser herêmeke bêçek a ji 15 heta 20 kîlometreyan pêk tê hatibû lihevkirin. Ji ber vê yekê jî operasyon hatibû taloqkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma Sûriyeyê beriya niha jî destûr dabû ku bi hezaran çete tevî malbatên xwe ji başûrê Sûriyeyê derbasî rojavayê Sûriyeyê bibin. LONDON

Albuma Nûçeyê